Li dijî zarokên Kurd nefretê rêxistin dikin

Duşem 4 Tebax 2025 - 03:15

Di nîqaşa ku bi doza Mînguzzî re girêdayî zarokên tên sucdarkirin de, Parêzar Yasemîn Soydan anî ziman ku di medya dîjîtal de li hemberî zarokên Kurd hêrs tê birêxistin kirin.

Li Kadikoyê ya Stenbolê, qetilkirina Mattia Ahmet Minguzzî yê 14 salî, di nava raya giştî de bû sedema dengvedanek mezin û di heman demê de deriyê nîqaşekê vekir. Ji ber ku kesên di vê doza qetilkirinê de tên darizandin jî di bin 18 saliyê de ne, daxwaza darizandina zarokan li dadgehên mezinan hate rojevê. Malbat û bi taybetî hin kesên li ser medyaya dîjîtal, piştgirî dan daxwazê qanûnên nû yên li ser zarokan. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Serokomarê AKP’ê Recep Tayyip Erdoğan jî erênî bersiv dan van daxwazan. Di vê pêvajoyê de, bi taybetî hiqûqnasên ku têgeha “zarokên ketine nava sûc” bikar tînin, bûn hedef.

Endama Komîsyona Maf û Bîra Zarokan a OHD’ê Parêzer Yasemin Soydan, diyar kir ku sûcên li hemberî zarokan bi tundî û bi dûrxistinê nayên çareserkirin û bi taybetî di vê nîqaşê de zarokên Kurd jî dibin hedef. Soydan, ku destnîşan kir ev mijar pir hesas e û bersiv da pirsên me.

Vesaziyên nû metirsiyê çêdike

Yasemin Soydan diyar kir ku di nîqaşên medyaya dîjîtal de hêrs li hemberî zarokên Kurd tê arestekirin û got:“Daxuyaniya Wezareta Dadê ya ku amadekariya nû ya înfazê dike û agahiyên ku Serokomar di vî warî de talîmat daye, metirsiyê çêdike. Di vê pêvajoya aştiyê de, divê em li ser vê yekê biaxivin ku em çawa dikarin ji bo zarokan jiyanek rast çêbikin, çawa dikarin hawîrdoreke aşitiyê biafirînin. Lê berevajî vê yekê, têgihîştina dadê ku bi cezakirina zarokan tê payîn bi israr tê belavkirin. Yek ji berpirsyariya bingehîn ê dewletê ev e ku şertên ku zarok ber bi sûc ve dibin di qonaxeke zû de tespît bike û li dijî van rîskan tedbîrên parastinê yên bi bandor bigire ye. Girtina zarokan, dûrxistina wan ji civakê, cezakirina wan û ev nêzîkatiyên xerab, bi taybetî bi karanîna rewşa hestiyarî ya ku bi bûyera Mattia Ahmet Minguzzî re derketiye holê kar anîn, bi rêya medyaya dîjîtal bi taybetî li hemberî zarokên Kurd tên arestekirin.’’ Yasemin Soydan diyar kir ku gotinên li ser medyaya dîjîtal ên li ser potansiyela sûcê zarokên Kurd, cudaperestiyê zêde dikin û got:“Di van rojên dawî de, di raya giştî, medyaya dîjîtal û hin daxuyaniyan de, gotinên cihêkar ên ku dibêjin zarokên Kurd ‘potansiyela sûcê ne’, hatine belavkirin; bi van gotinan, bi giştî zarokên Kurd bûne hedef. Van gotinên giştîkirin, ne tenê ji bo zarokan, di heman demê de ji bo maf û azadiya tevahiya civakê jî metirsiyek cidî çêdikin. Gotinên ku îro tên bikaranîn, vê nêzîkatiya newekhev xurt dikin û xwezaya gerdûnî ya mafê zarokan xera dikin. Zarokên Kurd hê jî wekî komek “cudatir” an “îstisna” tên dîtin; ev yek, sepandina mafê zarokan li ser bingeha wekheviyê asteng dike. Ji ber vê yekê, pêwîst e pergala dadê ya zarokan li ser bingeha wekhevî, dad û têkoşîna li dijî cudaperestiyê ji nû ve bê avakirin. Pêwîst e pergal ji bo hemû zarokan li ser bingeha mafan, tevlîkeriyê û ji cudaperestiyê hatiye paqijkirin bixebite.”

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.