Di 23'yê Nîsanê de rewşa xerab a zarokan
Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 03:10
Di 23'yê Nîsanê de li gelek deverên Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin lê belê rewşa xerab a zarokan, kuştin û qetilkirina wan şertên ne baş ên zarok li Tirkiyeyê tê de ne hîn jî dewam dikin.
Ji bo 23’yê Nîsanê li gelek deran pêşandanên formalîte hatin lidarxistin. Lê li Tirkiyeyê rewş ji van pîrozbahiyan cudatir e. Li şûna pîrozkirina cejnê, li Tirkiyeyê ji ber kuştin û îstîsmarkirina zarokan şîn û hêrseke mezin heye.
Pîrozbahiyên derewîn
Li Tirkiyeya ku bûye goristana zarokan dê îro helbest werin xwendin, stran werin gotin û her kes li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji bo pêşeroja zarokan hevokên lihevhatî parve bike. 23’yê Nîsanê roja vekirina meclîsê ye, li Tirkiyeyê ji sala 1920’î ve heta niha weke roja zarokan tê pîrozkirin. Li gelek deveran pêşandan tên lidarxistin. Dibe ku di van pêşandanan de li ser rastiyên zarokan werin axaftin. Li Tirkiyeya ku her roja wê bi kuştinê derbas dibe, zarok bi jiyana bê paşeroj bi tenê tên hiştin. Ev jî têr nake, zarok di nava pergala ku wan naparêze de yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Bûyerên li Tirkiyeyê û daneyên di tabloyan de cîh digirin, der barê zarokan de çi vedibêjin? Ji xwarinê bigre heya kar, ji ewlehiyê bigre heya perwerdeyê, li Tirkiyeyê jiyana ku ji bo zarokan layîq hatiye dîtin çi ye?
Zarokan jiyana ji dest dan
Tevî xizaniya heyî jî hejmara “zarokên kedkar” zêde dibe. Ev rastî di raporên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) de nayê veşartin. Li gorî daneyan; di sala 2024’an de ji her çar zarokek yek dixebite. Ev dane her diçe zêdetir dibin.
Ji perwerdehiyê hatin dûrxistin
Li gorî Îstatîstîkên Perwerdeya Fermî ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê; di asta pêşdibistanê de rêjeya tevlibûna ji bo zarokên pênc salî kêm bûye. Rêjeya qeydkirinê ya zarokan di sala 2022/23'yan de ji sedî 85 bû, di sala xwendinê ya 2023/21'ê de jî daket 84,3’yan. Bi sîstema 4+4+4'an re, çûyîna keçan ji bo dibistanê kêm bûye. Bi taybetî zarokên keç ji ber zêdebûna lêçûnan ji xwendinê dûr ketine. Zarokên keç bi zorî dixwazin bidin zewicandin.
Zarokên Kurd bûn hedef
Di heman demê de divê mirov binhêre ka zarokên Kurd li welat çi jiyane. Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan jî ji bo hedefgirtina zarokên Kurd dudilî nebû. Di sala 2006’an de gotibû; "Jin be, zarok be jî tiştê ku pêwîst e dê were kirin." Di wê pêvajoyê de zarok bi awayekî sîstematîk hedef hatin girtin. Zarok ji ber nasnameya xwe hatin qetilkirin. Ji ber şer û pevçûnên heyî, guleyên polîs û leşkeran, bombe, mayîn û teqemeniyên li herêmên leşkerî, di 25 salên dawî de 570 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di van bûyeran de kiryar nehatin dîtin û bi ‘zirxa darazê’ hatin parastin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di 15 salên dawî de ji ber ku wesayîdên zirxî û yên ku ajokarên wan polîs bûn li wan qelibîn, 21 jê wan zarok, 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. 23 jê zarok 94 kes jî ji ber ku ev wesayît li wan qelibîn, birîndar bûn. Ugur, Cemîle, Mîraç, Ceylan û gelek zarokên din ên li Roboskiyê hatin kuştin, di bîra mirovan de man.
NÛJINHA/SARYA DENÎZ