Ji bo zarokan Şilêr

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 29 Tebax 2023 - 16:06

  • Komîteya Şilêr li Rojava hewl dide tesîrên şer ên li ser zaorkan kêm bike. Rayedarên wê dibêjin, divê malbat bi rola xwe rabin, bikin ku zarok hez ji xwendinê bikin û diyalogê bi zarokan re çêkin.

ŞÎRÎN MIHEMED / NÛJÎNHA / QAMIŞLO

Şêwirmenda derûnî û rêvebera Komîteya Şilêr a zarokan, Sabah Fadil diyar kir ku şerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandor li beşên civakê hemûyan kiriye, yê herî zêde zerar li wan bûyî jî zarok in. Wê got, şerî bandor li rewşa wan a tendurustî û derûnî kiriye. Hinek ji wan zarokan jî endamên laşê xwe ji dest dane û hinek ji wan ji xwendinê hatine dûrxistin, mafên wan hatine binpêkirin, êşkence li wan bûye, hatine revandin û hinek jî hatine kuştin.

Bi destpêkirina avakirina Rêveberiya Xweser li herêmê, welatiyên li wir herêma xwe parastin û bi xwe bi rê ve birin. Rêveberiya Xweser derfeteke mezin li pêş karê civaka sivîl vekir, her wiha zarokan bi zimanê dayîkê xwend û gelek ked di warê xwedîkirina zarokan de hebû, bi taybetî jî zarokên sêwî. Zext, şert û mercên malbatan, ji ber nearamiya herêmê bandoreke neerênî li zarokan û jiyana wan ya asayî dike.

 

Qanûna parastina zarokan

Di 30 Hezîrana 2022´yan de Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, qanûna parastina zarokan erê kir. Ev qanûn ji 85 madeyan pêk tê. Qanûn parastina zarok û meclîsên taybet, şert û mercên zarokan di warê temenê wan de nîqaş dike û parsekiya zarokan bi carekê qedexe dike. Her wiha qanûnên peymanên navdewletî yên derbarê zarokan de hemûyan jî dihewîne. Rêveberiya Xweser li ser xwe erk dibîne, wan pêk bîne.

 

Rola malbatan di parastina zarokan de

Rêvebera Komîteya Şilêr a zarokan, Sabah Fadil got, “Şer û encamên şer zerarê li beşên civakê hemûyan dike, lê ji beşê civakê yê herî zêde zerer dibîne, zarok in. Ji ber ku li cem zarokên nava şer, hestên aramiyê û hezkirina jiyanê namîne, em weke Komîteya Şilêr ya zarokan erka alîkariya zarokan ji bo ku ji van zextên derûnî bibihurin, digrin ser milê xwe. 

 

Bikin ku zarok hez ji xwendinê bikin

Têkiliya zarokan bi me re baş e, em dixwazin ku zarok di nava aramî, aştî û ewlekariyê de bijîn. Bi demê re me hewl da em zarokan ji nav hewaya şer dûr bixin. Bi çalakiyên cihêreng, semîner û hwd.... Li ser zarokan xetereke mezin heye. Gelek malper û bernameyên tora civakî hene bandorê li zarokan dikin, bi riya vîdeoyan, xêzefîlm, û lîstikên ku hestên şer û qetilkirinê fêrî zarokan dikin. Lewra divê malbat metirsiya van bernameyan zanibin û zarokan jê dûr bixin û behreyên wan bi pêş bixin û bikin ku hez ji xwendinê bikin.”

 

Bi zarokan re diyalog

Şêwirmenda psîkolojîk a komîteyê, Newroz Îsmaîl jî got, “Zarok di şert û mercên jiyanê nagihîjin, ev jî bandorê li kesayet û derûniya wan dike, şert û mercên şer hestên tirsê, depresyonê li gel zarokan çêdikin. Di hinek rewşan de zarok hîs nakin, şokên bi hêz dibînin û bedena wan bi pêş nakeve. Heger malbat alîkariya zarokan nekin, ev pirsgirêk zêde dibin û ji çareserkirina vê rewşê jî demeke dirêj divê. Divê zarok di dema pêwîst de bê dermankirin, ji ber ku derengxistina dermankirina zarok bandorên neerênî li ser rewşa wan dike, wê demê zarok bi tenê dimîne, têkilî bi derdora xwe re çênake û tirsa wan zêde dibe. Ji bo baweriya wan bi xwe zêde bibe, divê malbat girîngiyeke zêde di van rewşan de bide zarokên xwe û bi nîqaş û diyalogan nihêrînên wan li berçavan bigre.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.