Zarokek li depoyê kilît kirin

Duşem 4 Kanûn 2023 - 00:49

Li Colemêrgê hate îdîakirin ku xebatkarên marketekê bi hinceta çîkolata diziye, zarokek li depoyê kilît kirin û gazî bavê wî kirin. 

Baroya Colemêrgê û Komeleya Mafê Mirovan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Zanaatkaran a Colemêrgê Muharrem Tekîn, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand ku zarokek ji ber çîkolatayekê li depoya marketê hatiye kilîtkirin. Tekîn nerazîbûn nîşanî vê yekê da û wêneyekî ku rewşa vî zarokî yê li depoyê û ew 2 çîkolatayê ku îdîa dikin dizî ye, li ser maseyê danîne, parve kir. 

Tekîn di daxuyaniya xwe de wiha got:’’Li Colemêrgê marketekê zarokek ji bo 2 çîkolatayan, 2 saetan di depoyê de kilît kirine. Piştre agahî dane bavê wî. Dema ku bavê wî tê, dibîne ku zarokê wî li depoyê kilît kirî ye. Em ê wan milyon dolarên we, bikin qurbanê yek neynokê wî zarokî. Ger rayedarên vê marketê ji bav û wî zarokî lêborînê nexwazin, em ê navê wan eşkere bikin, ji bo kes ji wir tiştekî nekirin, em ê kampanyayan bidin destpê kirin. 

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Colemêrgê jî daxuyaniyek da û got;’’Ev kirinên van şexsan, rûmeta mirovan dişkîne, desteserkirina fizîkî û psîkolojîk a jiyana wî zarokî yê civakî ye. Em ê vê mijarê bişopînin.’’

Şaxê Colemêrgê yê Komeleya Mafê Mirovan jî got:’’Li gorî madeya 372an a peymana mafê zarokan a Neteweyên Yekbûyî, ti zarokek nikare bi rêbazên der mirovî an jî biçûk xistinê, were cezakirin. Em ê li dijî vê kirina dermirovî, bibin şopdarê hemû pêvajoya hiqûqî.’’

ARTI GERÇEK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.