Zarok bi giranî birîndar kirin

În 1 Îlon 2023 - 16:35

Li Şirnexê, wesaîteke zirxî ya hêzên dewleta Tirk a dagirker pêr êvarê li zarokekî 12 salî xist. Zaropk birin nexweşxaneyê ji bo dermankirinê. Doh eşkere bû ku zarok ji serê xwe bi giranî birîdar bûye. Yanî trawmayeke giran a serî lê çêbûye.

Di 30’ê Tebaxê de êvarê li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî 12 salî yê bi navê Tajdîn Adal xist. Tajdîn birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li gel giranbûna rewşa Tajdîn Adal, ew ji wir jî birin nexweşxaneyeke taybet a li Êlihê.

Li gorî agahiyên ku bijîşkê Adal dane; Adal ji serê xwe derbeke giran xwariye û ji ber  trawmaya dijmar a serî li nexweşxaneyê li beşa venêrîna taybet de tê dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa Tajdîn Adal niha ber bi başbûnê ve diçe.

Tevî ku ji hêzên dagirker ên dewleta Tirk ên li Şirnexê berpirsiyar e jî, waliyê Şirnexê hîna ti daxuyanî nedaye.

Di 15 salên bihurî de pirraniya wan li bajarên Kurdistanê, wesaîtên zirxî pêl 44 kesan kirin û ew kuştin; ji van 21 zarok bûn. Herî dawî li Gever a ser bi Colemêrgê, wesaîta zirxî ya dewleta Tirk li Erdem Aşkanê 5 salî xist û ew qetil kiribû.

Di 15 salan de tevî vê bûyera dawî maşînên zirxî yên dewleta Tirk 95 kes jî birîndar kirin û 24 ji van zarok bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.