Parastina Zarokan a Desteya Jinê ya herêma Firatê, şahiyek bi wesîleya Roja Zarokan a Cîhanê birêxistin kir û gelek çalakiyên hûnerî pêşkêş kirin. Şahiya beşek ji çalakiyan bi dirûşima “Bi hev re em bi mafê zarokan rabin ji bo avakirina siberojeke ronî” hat birêxistinkirin. Di şahiyê de bi dehan zarok û malbatên wan, her wiha zarokên danîngeh û baxçeyan, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û malbatên şehîdan amade bûn.
Cihgira serokatiya Desteya Jinê, Rûken Ehmed di şahiyê de got, “Em vê rojê li tevahiya zarokên cîhanê û bi taybetî li zarokên şehîdan pîroz dikin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi salan e rûbirûyê êriş û bombebarana dewleta Tirk in. Êriş tesîrê li zarokên me dikin. Ji ber vê, em di vê rojê de bang li Komeleyên Parastina Mafê Zarokan yên navneteweyî dikin da ku bi erka xwe rabin û li dijî qirkirina zarokan bibin bersiv.”
Vejînê zarok şa kirin
Paşê koma muzîkê ya peymangeha Vejînê, koma govendê ya danîngeh û baxçeyê Kûlîlkên siberojê, Şehid Rîmas, Şehîd Zozan, her wiha koma şano ya navenda Şehîd Baqî Xido û ya danîngeh û baxçeyê Roj hunerên xwe yên muzik, govend û şanoyê pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de zarokan destê xwe xist nava boyaxên rengîn û li ser tabloyekê şûna destê xwe hişt.
JINNEWS/KOBANÊ