Iraqê Yasaya Rewşa Kesî erê kir

Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:30

Piştî demek dirêj tevî hemû nerazîbûnên taybet jinan, saziyên mafê mirovan û hiqûqnasan, Parlamentoya Iraqê Yasaya Rewşa Kesî erê kir. Bi erêkirina yasayê re, li gorî hiqûqnas dibêjin wê di nava civakê de pirsgirêkên di nava malbatê de mezintir û kûrtir bibin. Yasaya Rewşa Kesî çiye?

Parlamentoya Iraqê roja sêşemê, sê proje yasa xist dengdanê û bi piraniya dengan hatin erkêkirin. Yek ji wan jî Yasaya Rewşa Kesî bû.

Piştî demek dirêj Parlamentoya Iraqê sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê erê kir. Li gorî hiqûqnas û civaknasan ev sererastkirin û guhertin li şûna ku bi kêrî civakê were, wê bibe sedema kaosê û pirsgirêkên malbatî kûrtir bike. 

Yasaya Rewşa Kesî çiye?

Beriya her tiştî divê em bizanibin yasaya hejmara 188'an a sala 1959’an a Iraqê girêdayî Rewşa Kesî ye behsa rewşa şexsî dike. Di vê yasayê de mafên medenî yên ferdên civakê diyar dike û mijarên zewac, cudabûna jin û mêr, mîras û hwd. tê de cih digire.

Guhertin an jî sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî, ji aliyê parlamenterê serbixwe Raid Malikî ve hatibû pêşkêşkirin û bi giranî ji aliyê hêzên Şîe ve piştgiriya wî hat kirin.

Di zagona heyî de cudabûna jin û mêr divê li gorî qanûna medenî be. Lê belê di guhertina nû de cudabûna jin û mêr dê li gorî hiqûqa Sunnî û Şîe be. Li gorî bijartina jin û mêr, dema ku mezhebê jinê ne Şîe an Sunnî be wê demê dadgeh dê ji bo cudakirina jin û mêr wê têkildarî mafên wan li gor mezhebê mêr biryarê bide.

Derbarê mafê xwedîkirina zarok yê di dema cudabûnê de, ku di xala 57’an ya qanûnê de cih girtiye, di xwedîkirina zarok de pêşî mafê dayikê heye û divê zarok heta temenê 15 salî li cem dayikê be, lê di guhertin an jî sererastkirina nû de dibêje divê zarok heta 7 saliya xwe li cem dayikên xwe bin. Piştî wî temenî divê di serpişkirinê de û bavê xwe de berpirsiyar be. Eger bav nema be jî li ser navê bavê wî mafê bapîr heye.

Lê piştî ji hev cudabûna jin û mêr û berî ku zarok bigihije temenekî diyar kirî, eger dayik jinûve bizewice, yekser mafê xwedîkirina zaroka/ê xwe ji dest dide.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.