Dewleta Tirk bi her halî hov e!

Sêşem 16 Çile 2024 - 16:01

Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê, polêsên Tirk bi ser malan de girtin û 165 kes kirin nezaretê.

Polêsên Tirk doh serê sibehê li Amed, Stenbol, Edene, Dîlokê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes kirin nezaretê.

Di nava wan de Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî hene.

Doh danê sibehê li Stenbolê, polêsên Tirk bi ser gelek malan de girt, 13 kes kirin nezaretê û birin Midûriyeta Polêsan.

Navên hin kesên di nezaretê de ev in: Çalakgerê Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û Gulsum Ozturk, Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz û Bedîa Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jina ye Dîlek Başalan, Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Beser Çelîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Bîngol û Suna Kaymaz, Hevseroka HDP’a Geverê ya berê Selcan Saygi, Sihat Yilmaz Şukran Tugay, Gonul Kahraman û Yûsûf Açar. 

 

Ciwanên DEM partiyê kirin hedefê

Li Dîlokê jî bi biryara ‚”Serdozgeriya Komarê” ya Tirk li Taxa Guzelvadî ya navçeya navendî ya Şahînbeyê, polêsan avêt ser gelek malan, Kamîle Aras (55) û Endamê Meclisa Ciwanan a Dem Partiyê Ferhat Ozmen kirin nezaretê.

Diyar bû ku polêsan bi ser mala Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bunyamîn Dogan de jî girtiye lê ji ber ku ne li malê bûye, ew nekirine nezaretê.
Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de jî Mehmet Oruçlu, Ferhat Çîçek û Umut Oktay hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinan de polêsan malên welatiyan ser û binî hev kir. Polêsan ciwan birin midûroyeta polêsan a li bajêr.

Li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê jî polêsên Tirk bi hinceta ku li ser medyaya dijîtal “propagandaya rêxistinê” kiriye jina bi navê Bêrîvan Akalin kire nezaretê.

 

Li 28 bajaran 165 kes hatin destgîrkirin

Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya jî got, polêsên Tirk li 28 bajaran 165 kes kirine nezaretê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.