Derbên 15´ê Tebaxê lê dan

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 21:21

  • Çalakiyên bi bandor ên gerîlayan azadiya Kurdistanê yên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin:

Çalakiyên bi bandor ên gerîlayan azadiya Kurdistanê yên ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin: 22 dagirker hatin kuştin û 3 ji wan efser û 4 jî kontra bûn. Maşîneke leşkerî ya Kîrpî, yeke Reo, 4 sîstemên mobesse, 2 çeper hatin rûxandin, û derbeke giran li helîkoptereke êrişê hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên gerîlayên me yên azadiyê de ku bi çalakiyên bi bandor Cejna Vejînê ya Neteweyî ya 15´ê Tebaxê pêşwazî kirin; 3 jê efser û 4 kontra bi giştî 22 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn; wesayîteke bi tîpa Kîrpî, wesayîteke bi tîpa Reo, 4 pergalên kamerayên mobesse, 2 çeper hatin rûxandin, derbên giran li çeperekî û helîkoptereke êrişê hatin xistin. Her wiha hêzên me 2 mertal, 1 çek, 1 kamera û bi armanca tomarkirina nasnameyê weke delîl, kumê leşkerî yê ayîdê dagirkerê bi navê Haydar Çelîk desteserkirin."

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 9 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer, 42 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê bombe kirine.

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zagrosan

1’ê Tebaxê karwanê leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker ku ji Şemzînanê ya Colemêrgê ber bi Rûbarokê ve diçû, ji aliyê tîmên me yên bitevger yên YJA Starê ve hat şopandin. Konvoya dagirker a di kontrola gerîla de bû, saet di 12:30 de li nêzî gundê Navreza bi sabotajê li konvoyê hate xistin. Di vê çalakiyê de wesayîteke tîpa Kîrpî bi temamî hate rûxandin, 3 efser û 4 kontra hatin cezakirin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin, bê encam vekişiyan.

Li Metînayê

3’yê Tebaxê saet 05:35’an tîmên me yên bitevger li du milan ve li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û bi çekên giran û ferdî derb li wan xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin û derb li çeperekî hate xistin.

Roja 3’ê Tebaxê saet 08:00’an, dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, ketin kemîna gerîla. Di vê çalakiyê de bi bombeyên destan û çekên ferdî derbên giran li dagirkeran hatin xistin, bi qasê ku hat tepîtkirin dagirkerek hat cezakirin û dagirkerên ku derbên giran xwarin jî gavekê vekişiyan. Hêzên me li vir 1 mertalê parastinê û 1 kameraya dagirkeran desteser kir.

Agir bi helîkoptereke din ket

3’ê Tebaxê saet 12:40’an hêzên me banga teslîmbûnê li dagirkeran kir. Van dagirkeran dixwest ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin. Dagirkerên ku hewl dan guh nedin banga gerîlayan,  bi sabotajê derb xwarin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. 1 mertalê parastinê, 1 demance, 1 kamera û kumekî leşkerî yê dagirkerê bi navê Haydar Çelîk ji bo belgekirina nasnameya dagirkerê cezakirî, weke delîl hatin desteserkirin. Dagirkerên ku li wan hat xistin, gavekê vekişiyan û tenê bi şev karîbûn kuştiyên xwe ji herêmê rakin.

3’yê Tebaxê saet di 12:30 û 20:00’an de heêzên me yên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xist û 2 dagirker ceza kirin.

Roja 3’ê Tebaxê saet 16:45’an 2 helîkopterên êrişê yên xwestin Qada Berxwedanê ya Girê FM bombe bikin, rastî destwerdana tîmên me yên bitevger ên YJA Starê hatin. Helîkoptereke êrişê derbeke giran xwar, agir pê ket û hewl da ber bi xeta sînor ve biçe. Piştre jî di rateya ku helîkopter ber bi wê ve çû de teqîneke mezin rû da û ev herêm ji aliyê balafirên şer ve bi dijwarî hat bombebarankirin.

Li Avaşînê

1’ê Tebaxê wesayiteke leşkerî ya tîpa Reo di navbera Neqaba Tenî û Girê Şehîd Arnos a li Qada Mamreşo de saet di 11.30’an de bi sabotajê hat îmhakirin. Tê de 3 leşkerên dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dagirkeran di saet 13:20’an de kuştî û birîndarên xwe bi 2 helîkopteran ji deverê rakirin.

Di 3’ê Tebaxê de 4 pergalên kamerayên mobesse yên ku artêşa Tirk a dagirker dixwest li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bike, ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin.

Li Zê (Zapê)

Roja 2’ê Tebaxê saet 08.30’an li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî. Di encama derbên giran ên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di 3’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bitevger bi çekên giran li dagirkeran da û dagirkerek hate cezakirin.

3’ê Tebaxê saet 16.00’an hêzên me yên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Çemço bi çekên giran li dagirkeran dane.

Parçeyekî xurt ê şoreşê bû

Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, Delîl Welat (Hesen Mehmûd Bozo) yê ku di 19'ê Îlona 2019’an de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Komîteyê diyar kir gerîlayê azadiya Kurdistanê Delîl Welat 19’ê Îlona 2019’an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Komîteyê derbarê şehîdbûna Delîl Welat de got, “Li her bihosteke axa Kurdistanê ya ku mala gelan e, şehîdan xwîna xwe rijandiye, bûne hêvî û ruhê jiyaneke azad. Gelê me yê welatparêz zarokên xwe yên herî bijarte ji bo azadiya welat ber bi nemiriyê ve şandin. Em serbilind in ku em hevrêyê wan in. Em bawer dikin, malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman li hemberî qirkirinê israra wan a berxwedanê, bidomînin û ji ber vê serbilind in. Li ser vî esasî di 19’ê Îlona 2019’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de hevalê me Delîl Welat (Hesen Mehmûd Bozo) tevlî nav karwanê nemiran bûye. Em di şexsê hevrê Delîl de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata Bozo û gelê xwe yê welatparêz re dişînin.”

Komîteya Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, ji bo şehîd Delîl Welat got,  “Hevrê Delîl Welat di sala 1993’an de di nav malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Sala 2012’an dema ku li Rojava pêvajoya şoreşê dest pê kir, hevalê me Delîl Welat jî tevlî nav xebatên çandê yên vê şoreşê bû. bi hezkirin, hêviya jiyana azad, coş û kenê li ser rûyê xwe bû kesê herî bi biryar û ciwan ê şoreşê.

Heval Delîl ji bo rizgarkirina welatê xwe û ji bo ku gelê wî di hewirekî azad de bijî, ji Rojava tevlî dibe û kedek mezin dide. Xwişka wî ya mezin beriya wî tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Sala 2013’an dema ku hevalê Welat Botan ê ku pê re xebitî, şehîd bû, biryar da ku bibe têkoşerê azadiyê û navê xwe weke Delîl Welat diyar kir. 

Hevrêyê me Delîl Welat sala 2013’an li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên bi awayekî çalak tevlî Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo bû û ji bo rizgarkirina Rojava bi roleke mezin rabû. Heval Delîl Welat sala 2017'an ji bo bibe têkoşerekî azadiyê yê bi hêztir, di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe û PKK’ê baştir nas bike, li Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan perwerde bû û li Xinêrê dibe gerîlayekî jêhatî.

Hevrêyê me Delîl Welat heta Îlona sala 2019’an bêyî ku ji coş, heyecan û meşa xwe ya biryardar kêm bike, bi hezkirineke mezin ber bi her xebatê meşiya. Di 19’ê Îlona 2019’an de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên têkoşer em careke din di şexsê rêhevalê xwe Delîl Welat de şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û bi têkbirina dijminên qirker ên faşîst re bigihêjin Rêbertiya azad û Kurdistana azad.”

Nasnameya şehîdî li jêr e:

Delîl Welat (Hesen Mehmûd Bozo) yê li sala 1993´yan li Amûdê ji dayik bûye, kurê Alya û Mehmûd, sala 2013´an tevlî nav refan bûye û19´ê Îlona 2019´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.