Dengê Çiyayê Kurmênc

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 11 Kanûn 2021 - 05:19

  • Arî Husgulkî: Herêma çiyayê Kurmênc ango Kurdax herêmeke girtî bû ji ber wê jî hin stran û çîrokên li wir hatin parastin. Hema ji min re bû meraq û min got ez ê vê çanda herêma Kurdaxê biparêzim û tomar bikim. 

ARDÎN DÎREN

 

Li ser înternetê malpereke bi navê jindires.com heye. Dîsa bi heman navî hesabekî youtube jî weşanê dike û niha çalak e. Ev malper bi dirûşmeyên “Deng û rengê Çiyayê Kurmênc” û “Hunera resen a herêma Kurdaxê” ji sala 2006’an ve bê navber weşanê dike. Malpera “jindires.com” bi çîrok, nûçe, wêne, agahî, helbest û stranên herêmê, çanda resen a Çiyayê Kurmênc dide naskirin û her wiha diparêze û tomar dike. Derbarê çand û kelepora Kurdî de arşîveke xurt e. Li ser malperê gelek stranên ku me qet nebihîstine jî hene. Her wiha dengbêj û agahiyên nû jî. Ji ber vê yekê ev malper û kanala youtube bala hevalê me yê rojnamevan Îbrahîm Bulak kişandiye û beriya çend mehan Îbrahîm ji min re got, “Vê malperê derbarê çanda herêma Kurdaxê de gelek tişt parve kirine û gelek dewlemend xuya dike. Hela bikeve pey şopa wan, dibe ku tu nûçeyeke baş çêkî derbarê malper û çanda Çiyayê Kurmênc de.” 

Piştî Îbrahîm ev got, ji min re jî bû meraq û min jî li malperê û tiştên wê parve kirine, kola. Ji ber ku derheqê wê herêmê de min jî zêde bi tiştekî nizanibû û min dixwest ez jî fêr bibim. Jidil jî ez rastî gelek tiştan hatim, ji ber ku li ser malperê gelek tişt hatibûn parvekirin. Bi gotineke din, weke behreke bê binî bû! Bi sedan stranên ku kêm hatine bihîstin, şîn û şahiyên herêmê û çîrokên ji devê dengbêjan hatine girtin li ser malperê hatine zêdekirin. Her çend belawela û bê tasnîf hatibin parvekirin jî ji bo folklora me bi zêra ye ev berhemên ku di vê malperê de hatine arşîv kirin. Mirov bi van agahiyên di vê malperê de dewlemendiya çand û hunerê herêma Kurdaxê, hêla Çiyayê Kurmênc baştir dibîne û fêr dibe.

Meraq arşîvekê dide avakirin

Li ser meselê min xwe bi awayekî gihand rêveberê malperê Arî Husgulkî ku pişti sala 2006’an ji Cindirêsê koç kiriye û li Swêdê bi cih bûye û niha jî li wir dimîne. Arî Husgulkî mirovekî di halê xwe de bi kar û barên dinyayê re mijûl e. Lê wî bi tena serê xwe pêşengiya vî karî kiriye û pêdivî bi karekî wiha dîtiye. Ew bi xwe ji eşîra Xaltî ya Êzîdiyan e û bi malbatî bi çanda Kurdî rabûne. Piştî ku malperê vedike, jidil jî bi hunerê resen ê herêma Kurdaxê dadikeve û hema çi dikeve ber wî, tomar dike û li ser malperê parve dike. Mirov dikare bibêje wî di vî warî de nêçîrvaniyeke xurt kiriye. Ji nûçeyan, heta bi stran û wêneyên herêmê li malperê zêde kirine û ji xwe re kiriye armanc da ku ev çand û folklora resen neyê jibîrkirin. Dema ez bi Husgulkî re axivîm, wî got, ji ber ku Kurdistan bi peymanên navneteweyî hatiye dagirkirin û parçekirin gelek rêûresmên Kurdan hatine windakirin û ji bîr bûne. Husgulkî di dewamê de jî got, “Ziman, têkilî û edetên me neman. Herêma Çiyayê Kurmênc ango Kurdax herêmeke girtî bû, ji ber wê jî hin stran û çîrokên li wir hatin parastin. Çandeke dewlemend hebû li herêma me. Ev çand bi saya stranbêj û dengbêjan ve hate heya roja îro. Em jî bi van çîrok û stranan mezin bûn. Hema ji min re bû meraq û min got, ez ê vê çanda herêma Kurdaxê biparêzim û tomar bikim. Vê xebatê bi vî awayî dest pê kir.”

‘Ez bi folklorê dijîmʼ

Dema ku ez bi Arî Husgulkî re axivîm, min dît ku bi rastî jî bingehê wî yê çanda Kurdî pirr baş e û wî ji min re dûr û dirêj behsa çanda herêma Kurdaxê, Çiyayê Kurmênc û Çiyayê Lêlûnê kir. Behsa helbestvan û stranbêjên wir û her wiha wî navê birrek çîrokên ku li wê herêmê hatine gotin jî ji min re got û behsa hinan ji wan jî kir. Hema tênê li ser xezalan behsa bi dehan çîrokan kir. Çend çîrokên herêmê yên ku wî behsa wan kir, ev in: Fettah Beg Mîrê Romê, Xezala Menda, Xezala Siwêregê, Xezala Asê, Xezala Reşîd Begê, û serhatiya Demez Oglu (Hesenê Piçûk jî tê gotin) ku li wê herêmê pirr navdar e. Wî bal bir ser wê yekê û got, niha çîroka “Demez Oglu” li tu deverê nemaye û hatiye jibîrkirin. Husgulkî got, ew di vî warî de kesekî profesyonel nîne û bi awayekî akademîk jî nexebitiye û wiha pê de çû, “Meraqa min ji çand û folklorê re heye. Ez bi xwe hîna jî bi folklorê dijîm û di nav de me. Beriya her tiştî bi dilê min e, kêfa min jê re tê. Gava stranek an jî çîrokekê dibîhizim dixwazim tomar bikim û bi hin kesên din re parve bikim. Ji vî karî hez dikim. Ê xelqê lêkolînvan û pisporê wan hene û ji mêj ve ye çanda xwe nivîsandine û wek pirtûk çap kirine. Her wiha li pirtûkxaneyan parastine. Ê me Kurdan jî bi sedan çîrok û destanên me hene lê mixabin tiştekî wiha pêk nehatiye. Ti kesî ev çand berhev nekiriye û yên berhev kirine jî gelek hêlên wan kêm in. Êdî di dest de çi mabe, ew tomar kirine. Ez jî dengan bi mane dibînim û di destê min de jî deng hebûn. Wekî din milletê me ji xwendinê bêhtir bala wan li ser stranan e. Ji ber vê yekê taybet min xwest dengan tomar bikim da ku xelk lê guhdarî bikin.” 

‘Ez ê bi dilxweşî vê arşîvê teslîm bikim’

Arî Husgulkî dibêje, “Ez dixwazim çanda Kurdan jî di nav yên milletê cîhanê de her zindî be. Siberojê hin kesên pispor an jî akademiyek derkeve û li vî karî xwedî derkeve, ez ê bi dilxweşî vê arşîvê teslîmê wan bikim.” Helbet ji bo karên wiha sazî û akademî pêwîst in lê kar û xebatên Arî Husgulkî ango arşîva wî beramberî karên akademî û saziyan e. Wî bi qasî akademiyekê peywira xwe bi cih anîye û xwe xistiye bin barekî giranbuha. Xwe bi awayekî xwezayî berpirsyar hîs kiriye ji bo vî karî û çavkaniyên baş ên herêma Kurdaxê dîjîtal kirine û wan parve dike. Helwêsta wî û hewldana wî divê ji bo her Kurdekî bibe mînak û bêyî akademî û saziyan jî hewce ye mirov karibe ji bo milletê xwe kar û xebatên bi vî rengî bike. 

60 mîlyon kesan temaşe kiriye

Piştî klîp û youtube populer dibin, Arî Husgulkî dibêje, “Me jî li gorî pêdiviyên demê konê xwe ji malperê bar kir ser youtube û me li wir karê xwe dewam kir.” Malper her çiqasî wek berê ne çalak be jî hesabê Jindiresê yê youtube niha çalak û zindî ye. Li ser hesabê youtube yê Jindires’ê 70’ê hezar abone hene ku vê arşîvê dişopînin. Heta niha bi giştî 60 milyon kesî li videoyên li ser hesab temaşe kirine. Derheqê vê yekê de jî Arî Husgulkî dibêje, ew heta niha ji bo malperê ji ti kesî re negotine werin ji bo me li zengilê bixin, ango me “like” bikin û ji me hez bikin. Jixwe hesab jî ne hesabekî tîcarî ye û Arî Husgulkî bi dilxwazî vî karî bi rê ve dibe. 

Piştî dagirkeriyê banga belavkirinê

Ew her wiha diyar dike ku wî piştî karesata bi serê Çiyayê Kurmênc û Efrînê de hatiye, bang li her kesî kiriye ku hemû videoyên li ser malperê bar kiriye destûra ji bo parvekirinê vekiriye û xwestiye ev stran belav bibin û werin parvekirin. Ji lewre nexwestiye ev arşîv tenê di destê wî de bimîne û ji kî re çi pêwîst be, alîkarî kiriye.

‘Her yek dibistanek’

Arî Husgulkî got, "Ez jî cihê ku kêm dimînim, bi hin kesan dişêwirim û alîkariyê ji wan dixwazim û xwe digihînim çavkaniyên nû." Arî Husgulkî herî dawî got, "Em Kurd deyndarê van stranbêjan in. Ev stranbêj û helbestvan bûn, hin ji wana weke fîlozofan bûn. Dikarim bibêjim, her yek bi serê xwe weke dibistanekê bû. Xelkê herêma Kurdaxê bi deng, çîrok û helbestên van kesan mezin bûn. Ev kes dikin ku nifşên nû yên Kurd bi çanda xwe rabin û bijîn. Ez jî ji bo van kesan bi bîr bînim bi vî karî re mijûl im."

 

Stranbêjên kêm tên nasîn 

Li ser malperê gelek stranbêjên ku min navên wan nû bihîst jî hebûn û min li dengê hinan ji wan guhdarî kir. Erê, me li dengê Bavê Selah û Cemîl Horo guhdarî kiribû lê van kesên din, ez ji bo xwe bibêjim cara ewil bû ku min dibihîst û nû hay ji van kesan çêbûm. Arî Husgulkî ji min re behsa herêmên Kurdistanê kir û got, herêma Çiyayê Kurmênc jî bêhtir di bin bandora şaxa deşta Sirûcê de maye û stranbêjên ji wir hatine ber bi hêla herêma Kurdaxê li wir bûne mêvan û wî zemanî di şevbuhêrkan de, di odeyên mîr û began de çîrok û kilam gotine. Wî navên gelek stranbêjan jî hilda, û behsa Îbrahîmê Tirko, Evdê Şehrê, Hesen Nazî, Omerê Cendo, Adîk, Emerê Çemro, Seydê Berazî, Elîyê Gapê, Ehmedê Topo, Eli Tico, Cemîl Horo û Bavê Selah kir. Dengê van stranbêjan hemû li ser malperê hene û mirov dikare li wir berê xwe bide van kesan û guhdarîya dengên wan bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.