Heta Efrîna azad têkoşîn

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:53

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo salvegera şeşan a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de hate gotin,’’ Em YPG carek din destnîşan dikin ku heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên xwe yên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta dagirker a Tirk di sala 2018’an de bi teknolojiya şer a herî pêşketî, bi piştevaniya hêzên navneteweyî û bi bikaranîna komikên çete 58 rojan êrîşeke berfireh biriye ser Efrînê û hat gotin: “Aşkere ye ku êrîşa li ser Efrînê bi pesendkirina hêzên emperyal ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyiyê xwedî bandor in pêk hat.”

Berxwedana Serdemê bêhempa bû

Di daxuyaniyê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate bibîrxistin û  têkildarî berxwedanê wiha hate gotin: “Pêvajo û bûyerek bêhempa bû ku di dîrokê de mînaka wê nehatibû dîtin. Fedakarî û berxwedêriya gelê me û hêzên me ya li Efrînê, herêm ji dewleta dagirker re teng kir û careke din îspat kir ku li hemberî her cûre êrişkariyê, gelê me dikare bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze. Di heyama wan 2 mehan de bi sedan rêhevalên me û gelê Efrînê, bi derfetên pir kêm tevlî berxwedanê bûn û bi pêşengiya lehengên wekî Avesta Xabûr, Îlan Dara, Artêş Hakkarî û Fermandar Karker Êrîş, bi sedan hevrêyên me bi ruhekî fedaiyane şer kirin û şehîd bûn.”

Nasnameya Efrînê tê guhartin

Pêkanînên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê di 6 salan de pêk anîne jî di daxuyaniyê de cih girtin û li ser van xalan hat rawestîn: “Di 6 salên borî de li Efrînê demografî hat guhertin, Kurd hatin koçberkirin, mafên mirovan ên ku bi yasa û peymanên navnetewî hatine parastin û dewleta Tirk jî aliyek ji wan hevpeymanan e, tên binpêkirin; Kurdên li Efrînê ji mafê xwe yê azadî û jiyanek bi rûmet bêpar têne hiştin. Kurd ji Efrînê têne derxistin û bi vî awayî tê armanckirin ku nasnmameya herêmê bê guhertin. Bi vê armancê Kurdên ku dixwazin vegerin Efrînê jî rastî zext û êrişên çeteyên dewleta dagirker tên.”

Heta azadiyê em ê têbikoşin

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dagirkeriya li Efrînê sûcek li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye, wê dijî têkoşîn bê mezinkirin û wiha hat gotin:  “Em YPG carek din destnîşan dikin ku heya azadkirina axa Efrînê û hemû herêmên xwe yên dagirkirî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê çarçoweyê em hemû hevrêyên xwe yên ku di berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne bi hurmet bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di şopa wan de şerê azadiyê mezintir bikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.