Jiyan li Efrînê bûye dojeh

Duşem 25 Adar 2024 - 00:49

HESNA MIHEMED / NÛJINHA / ŞEHBA

Li Efrînê jiyan êdî veguheriye dojehê, ji ber vê yekê piraniya xelkê resen ji Efrînê derdikeve û berê xwe dide kantona Şehbayê. Jinên ku piştî dagirkirina Efrînê ji warê xwe derketine û li kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi cih bûne ji behsa jiyan û zordariya dewleta tirk a li Efrînê kirin. 

S.B ku piştî dagirkeriyê behsa jiyana li Efrînê dike wiha dibêje: "Di her taxekê de komeke çete hene. Li Efrînê mirov nikare bi rehetî bijî. Kiryarên dizî, revandin, kuştin û fîdyeyê zêde ne. Keçikek cîranên me revandin û di girtîgehê de nêzî 2 salan girtin îşkenceyên hovane lê kirin. Ger tu xwedî mal bî divê li Efrînê tu pere bidî çeteyan."

Di dawiyê de S.B destnîşan kir ku li Efrînê êdî jiyan ne jiyan e ji ber wê berê xwe dane Şehbayê û got:"Em ji ber zulm û zora çeteyan ji Efrînê, ji cih û warê xwe derketin û me berê xwe da Şehbayê. Jiyan êdî li Efrînê bûye dojeh mirov nikare tehemul bike. Heya mirov nikare li dadgehan jî mafê xwe bigre ji ber giştî çete ne û li dijî gelê Kurd kar dikin."

M.Y jî ku ev du meh in ji Efrînê derketiye wiha dibêje:"Hemû kiryarên hovane li dijî gelê Kurd didin meşandin. Cilên reş û dirêj li jinan ferz dikin û nahêlin ku jin derkevin derveyî malê.  Ev şaş sal in em di bin zulma wan de dijîn lê me tehemul nekir ji ber vê me berê xwe da Şehbayê û niha em li kampê dijîn." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.