Dagirkeran 2 kes revandin
Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:55
Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê herêmên dagirkirî didomin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê duh 2 kes revandin. Li gorî çavkaniyên xwecih, navên kesên hatine revandin wiha ne; Mistefa Reşîd ê ji gundê Til Tawîl û Ciwanê bi navê Hisên El Nesîrî yê ji navçeya Cindirêsê ne.
NAVENDA NÛÇEYAN