Li Helebê çalakiya ‘Helbestên ji bo Efrînê’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:22

Duh yanî 18’ê Adarê salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê bû. Bi armanca salvegerê Malbenda Heleba Rewşenbîrî çalakiyeke helbestan a bi navê “Helbestên ji bo Efrînê” di dar xist.

Çalakî li navenda Malbaendê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi beşdariya endamên malbendê ji helbestvan, nivîskar û rewşenbîran hat lidarxistin. Di çalakiyê de pirtûka helbestvan Cengevan (Bavê Cengê) ya bi navê “Şoreş û Evîn” hate îmzekirin.  Naveroka pirtûkê li ser xweşikbûna xwezaya Efrînê, fedakariyên cotkaran di parastina xwezayê de ye.

Bavê Cengê di 1945ˊan de li gundê Sariya yê Mabeta ya Efrînê ji dayik bûye, yek ji damezrînerên Koma Agirê ya Helebê ye. Ji salên 1990ˊî de di çanda Kurdî de têdikoşe, li kêlek wê jî pirtûka wî ya yekem ya bi navê “Şoreş û Evîn” hat çapkirin, her wiha gelek helbestên wî bûn stranên folklorîk ku ew di van helbestên xwe de behsa herêma Efrînê dike.

Bi xelatkirina helbestvan Bavê Cengê li ser berhemên wî çalakî bi dawî bû.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.