Li Efrînê 4 kes revandin

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:16

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê du jê bira 4 kesên din revand û nêzî 450 darên zeytûnê birîn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka Nîsanê de 4 welatî li bajarê Efrînê revandine.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne: Mehmûd Sebrî Ebdalo ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye, her du bira Fîras Nûrî Hoba û Cewad Nûrî Hoba ji Efrînê ne, Rênas Reşîd Mihemed ji gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê jî 445 darên zeytûnan birîn. Darên hatine birîn, ên van welatiyan in: 135 dar ên Mistefa Reşîd Reşo, 150 dar ên Dawud Kabo ne, 90 dar ên Şêx Reşîd Kedro ne, 40 dar ên Xelîl Kedro û 30 dar ên Xelîl Reşîd û malbata Lîlo ne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.