Dema civaka demokratîk dema jinan e
Şemî 8 Adar 2025 - 03:45
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:“Têkoşîna azadiya jinan, weke ku hemû bindestan hembêz dike, ji ber yekbûna xwe jî eniya têkoşînê ya herî berfireh a li hemberî pergalê ye. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan berfireh e. Têkoşînên ekolojîk, demokrasî û edaletê jî di nava xwe de dihewîne. Têkoşîna jinan a gerdûnî ji ber vê taybetmendiya xwe ji hemû têkoşînên sedsalên borî zêdetir xwe gihandiye asteke gerdûnî. Weke tevgereke ku xwe dispêre azadiya jinan, girêdayî paradîgmaya Rêbertiya me ya demokratîk-ekolojîk û azadiya jinan esas digire, li seranserê cîhanê mezinkirina têkoşîna hevpar a li hemberî pergalê gelekî girîng e. Di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de têkoşîna jinan a xweparastinê, li hemberî faşîzmê têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê û li hemberî pergala serweriya mêran têkoşîna jinan ya jiyana azad ji hemû gavan bêhtir hatiye mezinkirin û berfirehkirin.
Tevgera jinên APO’yî pêşeng e
Mezintirîn nirxê ku di encama têkoşîna me ya azadiyê de derketî holê, pêşengtiya azadiya jinan û civakîbûna me ya li dora vê şikilgirtî ye. Em bi tecrûbe û hêza xwe ya civakî, 8’ê Adarê bi “Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo pêşkêşî gelê me û jinên Kurd kiriye, pêşwazî dikin. Tevgera azadiya jinan a Apoyî, di hemû pêvajoyên têkoşînê de rol xwe ya pêşengtiyê lîstiye û ji veguherînên civakî re pêşengtî kiriye. Di têkoşîna me de bû temînata xeta rêbertî û azadiyê. Pêşengtî û têkoşîna jinan dê di serkeftina serdema nû ya weke paradîgmaya jiyana azad şikilgirtî de jî roleke sereke bilîze.
Têkoşîna jinan xala herî girîng e
Êrîşên li ser jinan ên zihniyet û pergala serweriya mêran a hezar salan, li gel pergala modernîteya kapîtalîst di rastiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de gihiştiye astên herî bilind. Ji ber wê “Aşitî û Civaka Demokratîk” gelekî girîng e. Banga dîrokî ya Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” ji bo jinan gelekî girîng e. Banga dîrokî ya Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” herî zêde çareseriya pirsgirêka azadiya jinan armanc dike. Jin temînata demokrasî û azadiyê ne. Serdema civaka demokratîk serdema jinan e. Rêber Apo; ji bo têkoşîna gelê Kurd, gelan û herî zêde jî ji bo têkoşîna jinan weke xala herî girîng a hevpar e. Ji ber wê yekê jinan, bi gotina “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye” li qadan dengê xwe bilind kirin û têkoşîna xwe mezin kirin. Muxatabbûna Rêber Apo ya di pêvajoya nû de herî zêde jî encama vê têkoşînê ye. Pêvajoya nû ya ku dê bi banga Aşitî û Civaka Demokratîk dest pê bike, azadiya Rêbertî jî nêzik kiriye.
Serkeftina vê pêvajoya nû ya bi banga Rêbertiya me dest pê kiriye, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û dabînkirina derfet û şert û mercên birêvebirina pêvajoyê pêkan e. Em bi baweriya azadiya Rêbertî hemû jinan û gelê xwe silav dikin. Careke din 8’ê Adarê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşînê li her hesî pîroz dikin.”
BEHDÎNAN