Deklarasyona Newrozê eşkere bû

Sêşem 11 Adar 2025 - 15:00

  • Di deklarasyona Newroza 2025’an de ku li Amedê hate aşkerakirin, wiha hate gotin: “Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e.” 

Cejna Newrozê ya îsal dê li 89 navendan bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û “Newroza ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” bên pîrozkirin. Deklarasyona Newroza 2025’an li Deriyê Mêrdînê yê navçeya Sûrê ya Amedê hat eşkerekirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Metna bi kurdî ya deklarasyonê ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. 

Deklarasyona Newrozê ya bi sernavê “Newroza Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” wiha ye: 

 “Newroz, ji bo gelê Kurd navê berxwedan, azadî û zayînê ye. Her çiqas dewlet hewl didin vê wateyê bixin nava çarçoveyeke teng jî, rastiya Newrozê berxwedan û azadî ye. Gelê Kurd bi sedsalan têkoşîna xwe di agirê Newrozê de geş kiriye, di vî agirî de hebûn, berxwedan û azadiya xwe nîşan daye. Newroz îro îfadeya herî xurt a meşa azadiya gelê me ye. Ji ber vê yekê her dengê ku ji qadên Newrozê bilind dibe, her agirê ku tê vêxistin, her strana ku tê gotin, her govenda ku tê girtin îradeya parastina azadiya me ye.

Em jiyana azad ava bikin

Wateya herî mezin a zindîkirina ruhê Newrozê îro di çarçoveya azadiya gelê Kurd de berfirehkirina têkoşîna aştî û civaka demokratîk e. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelan ji bo avakirina jiyana hevpar û aştiya bi rûmet dîsa bangeke dîrokî û xurt kir. Em ê vê banga Rêberê Gelan bi heqîqeta azadiyê ya Newrozê re bikin yek û careke din nîşan bidin ku em dikarin bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin.

Em îsal Newrozê bi dirûşma Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk pîroz dikin. Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e. Bi sedsalan e ku gel û bawerî rastî her cure êş û azaran hatine. Di nav gelan de êş û azarên herî mezin jî gelê Kurd kişandiye. Sedema êşa Kurdan a ku di nava dîrokê de ava bûye, zagonên înkarê yên nûjenkirî û polîtîkayên desthilatdaran yên li ser civakê ne. 

Aştiyê birêxistin bike

 Ev banga jiyaneke adil û wekhev a gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, zarokan, kedkaran û teqawidan divê bi ked û têkoşîna her kesî bê bilindkirin. Azadî û şoreşa jinan a ku bi têkoşîna Rehşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Bêrîvanan vejiyaye, îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye agirê Newrozê. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên mêtinger ên şerê taybet, li djî desthilatdariya mêrperest û netew-dewlet dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de berpirsyariya herî mezin bigire ser milê xwe û civakîbûna aştiyê birêxistin bike û biparêze.

 Şoreşa Rojava geştir bû

 Newroza 2025’an dê bibe qonaxa mezinkirina berxwedan û azadiyê, dê civaka demokratîk bê avakirin û têkoşîn dê pêş bikeve. Agirê Newrozê dê bi ruhê yekîtiya neteweyî, bi dengê bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan û têkoşîna mayîndebûna şoreşa Rojava geştir bibe.

Em Newrozê li Rêberê Gelan pîroz dikin ku wî hewl da Newrozê bi pêvajoyeke wiha watedar pêşwazî bike û em hêvî dikin ku gel bi coşa Newrozê li hev bicive. Em ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe bi kelecana azadiyê vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê. Newroz qada hêza herî xurt a têkoşînê ye. Em bi ruhê azad ê Newrozê Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Newroz pîroz be." AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.