- Leonardo da Vinci yek ji hunermend û mûcîdên herî zêde afirandî yên Ronesansê ye. Wî her kêliya xwe ji têbînî û xet û xêzên xwe re veqetand û di encamê de 13 hezar rûpel destnivîs û xez hiştin.
Ew tenê şêwekarekî serdema ronesansê nebû ew di heman demê de zanyar, mucîd, endezyar, muzîkjen bû jî û her wiha ew bi bîrkarîyê re jî gelekî mijûl bû û serê xwe têra xwe êşand bi van karan re. Belê, em behsa Leonardo da Vinci dikin. Leonardo da Vinci tevî Michalangelo û Raphael yek ji wan stûnên Ronesansa Îtalyayê ye û hîna jî nihêrîn û ramanên wî yên derbarê hunerê de tên niqaşkirin, mirov dikare bibêje ku ew xwedî giraniyek mezin e di vê hêlê de û wêneyên wî jî di dîroka hunerê de xwedî ciyekî taybet in.
Li gel wêneyên wî ew bi destxetên xwe jî navdar e. Leonardo li dû xwe nêzî 17 berhemên dihêle, ev hemû jî tabloyên navdar in. Lê hilberîneriya wî ya di warê tabloyan de hinek qels bû û gelek tabloyên wî nîvco ma bûn. Ji lewma ew serê xwe zêdetir bi van destxetan diêşand û bi lêkolînên zanyarî daketibû. Her wiha kar û barên endezyariyê jî pirr bala wî dikişand û ew li ser vê yekê jî xebitî û di destxetên xwe de gelek proje û pêşnûma xêz kirine.
Emrekî di nav destxetan de
Leonardo di sala 1452’an de çêbû û di ciwaniya xwe de hin şopên nû ava kirin ji bo huner. Hîna jî hunermend li dû şopên wî ne, ji lewre wî li dû xwe gelek defterên destxetan hiştibû. Ew weke karkerekî bi şev û roj xebitî û nivisî û xêz kir. Leonardo emrê xwe di nav destxetan de talan kiribû û ew her çiqas bi tabloyê xwe yê navdar “La Gioconda” (Mona Lîsa) were naskirin jî tişta ku hunerê wî bi qedir kiriye, ev destxetên wî ne û ew bêhtir bi van destxetên xwe tê naskirinê. Destxetên wî ew destxet in ku bergehên nû li qada huner û endezyariyê vekirine. Tenê ne ev qad her wiha derbarê dîrok û jiyana ronesansê de jî gelek agahî ji van destxetên wî hatine girtin.
Li loncaya şêwekaran
Leonardo di ciwaniya xwe de dest bi karê huner dike. Ew gava dibe 15 salî, bavê wî, wî dişîne cem hunermend Andrea del Verrocchio da ku alîkariya wî bike û bala wî biçe ser huner. Leonardo li studyoya Verrocchio bingeha xwe ya peyker û xêzê danî û pîvanên wêneyê li vir hîn bû. Wî li gel van karan di hêla teknîk û endezyariyê de jî xwe xurt kir û fêrî tiştên nû bû. Di 20 saliya xwe de kete nav loncaya şêwekaran û heya 5 salan bi Verrocchio re xebitî.
Nivîsên berepaş
Leonardo di navbera salên 1480 û 1519’an de gelek defterên destxetên xwe vedişêre û nîşanî kesî nade. Di van destxetên Leonardo de lêkolînên wî yên li ser huner, anatomî, fizyolojî û endezyariyê cih digirin. Ev destxetên wî di heman demê de derbarê jiyana Leonardo de jî gelek tişt tînin ziman. Xesma jî “destnivîsên wî yên li hember eynikê”, ev teknîka wî balkêş e û wî ev teknîk gelekî bi kar anîye. Ji milê rastê ber bi yê çepê ve nivisîye.
13 hezar rûpel nîşe û xêz
Leonardo li dû xwe 13 hezar rûpel nîşe û xêz hiştin. Ew mucîdek bû, gelek îcadên wî jî di van defterên wî de bûn, wî ew xêz kiribûn. Ev karên wî giş di defterên ji destxetên wî de cih digirin. Lê hîna jî hinek ji wan nehatine wergerandin û sinifandin. Lê di van demên dawiyê de hin xebatên wî bi awayekî dijîtal hatin amadekirin û niha wek online gelek kes dikarin xwe bigihînin van destxetên Leonardo û wan bixwînin.
Em behsa hin destxetên Leonardo da Vinci bikin yên ku mirov dikarin bi aweyekî online xwe bigihîne wan.
Destxetên Arundel
Destxetên Arundel bi taybetî nîşeyên derbarê mekanîk û geometriyê de ne, mijarên ku bala wî kişandine yek bi yek nivîsandine û li ser van mijaran xebitiye. 283 rûpel in. Kopyaya van destxetan niha li “Pirtûkxaneya British” tê parastin. Kesên bixwazin van destxetan bibînin dikarin berê xwe bidin malpera “The Britsh Library” û bi aweyekî online van destxetan bixwînin.
Destxetên Atlanticus
Koleksiyona herî mezin ya xêz û nivîsên Leonardo, Destxetên Atlanticus in. Xêzên wek çek, amûrên muzîkê, bîrkarî, botanîk û wekî din di vê koleksiyonê de hene. Bi qasî 1119 rûpelî ye. Di van destxetên wî de bêhtir karên wî yên li Floransa, Mîlano, Roma û Parîsê hene. Kopyaya van destxetên wî li Mîlanoyê, li “Biblioteca Ambrosiana” tê parastin. Kesên bixwazin, dikarin bi rêya malpera “The Visual Agency” xwe bigihînin van destxetan û bixwînin.
Destxetên Trivulzianus
Destxetên Trivulzianus ji bêje, hevok û rêzimanan pêk tên. Di van destxetan de gelek peyvan li dû hev rêz kiriye û lîsteya van peyvan çêkiriye. Bi qasî 55 rûpelî ne. Orîjînala van destxetên wî li Mîlanoya Îtalya li “Keleha Sforza” tê parastin. Kesên bixwazin, dikarin berê xwe bidin malpera “Pirtûkxaneya Trivulziana” û van destxetên wî bixwînin.
Destxetên Forster
Destxetên Forster bi tevahî ji sê cildan pêk tên. Leonardo di van destxetan de bêhtir li ser geometrî, endezyariya hîdrolîkê, teoriya rêjeyê û topolojiyê disekine. Kopyaya van destxetên wî li Londonê, li “Victoria and Albert Museum” tên parastin. Kesên bixwazin, dikarin bi awayekî online têkevin malpera “Victoria and Albert Museum” û van destxetên Leonardo bibînin.
Destxetên Firrîna Çûkan
Destxetên Firîna Çûkan li gor destxetên din zêde dirêj nîn in. Di van destxetan de pergala firrîna çûkan û xêzên makîneyên ku difirin hene û derbarê wan de nîşe hatine girtin. Kopyaya van destxetên Leonardo li Torînoya Îtalya, li “Pirtûkxaneya Qraliyetê” tê parastin. Kesên bixwazin dikarin bi rêya malpera “Smithsonian National Air and Space Museum’s website” wan bibînin.
Destxetên Madrîdê
Destxetên Madrîdê bêhtir ji destnivîsên derbarê zanyariya mekanîzmayan de pêk tên. Tê gotin, destnivîsên herî girîng ên Leonardo ev destnivîs in. Ev destnivîsên wî jî li “Biblioteca Nacional de España” tên parastin. Mirov dikarin bi awayekî online li ser malpera “Biblioteca Nacional de España” van destnivîsên wî bibîne.
NAVENDA NÛÇEYAN