Cezayê darvekirinê wek çekekê bi kar tîne

Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:45

  • Rojnamevan Nesîm Mihêdîn diyar kir ku erêkirian cezayê darvekirinê yê ji aliyê Îranê ve çekeke ji bo tirsandin û teslîmgirtina jinan e û got:“Pexşan Ezîzî yek ji jinên wêrek ên Rojhilata Kurdistanê ye, tu astengiyan nikariye wê ji têkoşîn û çalakiyan rawestîne. ”

Birîna cezayê darvekirinê li ser herdu girtiyên siyasî, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ya ji aliyê rejîma Îranê ve, li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê, Rojhilata Navîn û heta li cîhanê jî bi awayekî tund hat şermezarkirin. Di hemû qadan de hat dubarekirin ku Îran bi birîna van cezayên darvekirinê dixwaze hişmendiya xwe ya mêrsalar bidomîne û dengê jinan bibire. Di vê derbarê de rojnamevana ji Rojhilatê Kurdistanê Nesîm Mihêdîn  axivî.

Pexşan Ezîzî wêrek e 

Nesîm Mihêdîn di destpêka axaftina xwe de balê dikişîne ser têkoşîn û çalakiyên Pexşan Ezîzî û got: "Pexşan Ezîzî yek ji jinên wêrek ên Rojhilata Kurdistanê ye, tu astengiyan nikariye wê ji têkoşîn û çalakiyan rawestîne. Destpêka têkoşîn û çalakiyên wê vedigere kombûnên xwendekarên Zanîngeha Tehranê ya di sala 2004’an de. Xebat û çalakiyên wê bêhtir di warê dadwerî û mafê jinan de bû bi armanca hişyarkirina jinan li ser mafên wan û di nav de qanûna hicaba mecbûrî ku ji destpêka damezrandina rejîma Îslamî ya Îranê ve li ser jinan hatiye ferzkirin, bi taybetî li ser jinên Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber vê yekê Pexşan Ezîzî di vî warî de hewl dida ku jinan hişyar bike û ji wan re bibe pêşeng.”

Tawan ji rastiyê dûr e

Nesîm Mihêdîn derbarê sedemên girtina Pexşan Ezîzî û erêkirina biryara cezayê darvekirina wê ya ji aliyê rejîma Îranê ve got; “Ew di zanîngehekê de di dema civînekê bi xwendevanan re ji aliyê polîsan ve bi tawanê vegera çalakiyên çekdarî ji bo PKK’ê hat girtin, tevî ku ev tawan ji rastiyê dûr e.”

Îtirafa bi zorê jê hat girtin

Her wisa Nesîm Mihêdîn bi bîr xist ku Pexşan Ezîzî di sala 2014’an de di dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de wek endameke Heyva Sor ji bo alîkariyê çû Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û got; “Piştî vegerê rasterast bi tawana çûyîna ji bo çalakiyên çekdarî hat girtin û di bin îşkenceyên derûnî û fizîkî de îtirafa bi darê zorê jê hat girtin.”

Cezayê darvekirinê wek çekekê bi kar tîne

Rojnamevan Nesîm qala wê yekê jî kir ku birîna cezayê darvekirinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve çekeke ji bo tirsandin, û teslîmgirtina jinan e ku bi vê yekê dixwaze rê li ber xebat, têkoşîn û çalakiyên jinên têkoşer û azadîxwaz bigire.

Banga helwesta hevpar 

Nesîm Mihêdîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin; “Pexşan û Werîşe ne jinên yekemîn û ne jî yên dawî ne. Lewma em nikarin li hember van biryarên ne adil ên li ser jinan tên birîn bêdeng bimînin. Divê em hemû bi yek dengî û helwesteke hevpar derkevin kolanan û nerazîbûna xwe li dijî biryarên ne adil nîşan bidin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.