Li Tirkiyê bi carekê re rojev guherî û careke din hat ser hilbijartinê. Di vê meha derbasbûyî de rojeva sereke erdhej bû. Ew erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hat û di encamê de bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo rojevê biguherîne, careke din hilbijartin derxist pêş. Erdogan diyar kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de hilbijartinê pêk bînin. Ji bo hingê jî du meh mane. Di nava du mehan de wê çawa hilbijartinê bikin, ew jî meseleyeke nakok e. Lê Erdogan dixwaze vê hilbijartinê pêk bîne. Çiqas wext derbas dibe, nerazîbûn li dijî desthilatdariya wî zêde dibe. Di vê rewşê de pêkhatina hilbijartinê ne maqûl e. Lewma, bi erdhejê re dehan bajar û navçe xera bûn, bi milyonan kes li derve man. Lê dîsa jî vê desthilatdariyê daye pey berjewendiyên xwe.
Di vê pêvajoyê de jî partî amadekariya hilbijartinê dikin. Maseya ku ji şeş kesan pêk tê, namzetê xwe eşkere kir. Namzetê wan jî Kemal Kiliçdaroglû ye. Heta ku vê masê namzetê xwe eşkere kir jî gelek nîqaş derketin. Beriya bi çend rojan Meral Akşener mase terikand û nerazîbûn nîşan da. Lê careke din li maseyê vegeriya û namzetiya Kiliçdaroglû erê kir. Niha jî çav li HDP'ê ye ku namzeta xwe eşkere bike. Li aliyekî HDP'ê dixwest ku di maseya şeş kesan de cih bigre û li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê eniyeke demokrasiyê ava bikin. Lê vê maseyê cih neda HDP'ê. Bi ti awayî nexwest ku navê HDP'ê bê hildan. Roja ku namzetê wan eşkere bû jî, hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar got, ew li benda Kiliçdaroglû ne ku serdana partiya wan bike. Ji vê daxuyaniyê tê dîtin ku HDP hê jî li benda maseyê ye ku cih bide wan.
HDP'ê di hilbijartina cihî de piştevaniya CHP'ê kiribû. Bi saya HDP'ê şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol û Enqerê ji destê AKP'ê derketin. Her wiha gelek şaredariyên din jî ji dest wan çûn û AKP'ê derbeke giran xwar. Niha jî tê xwestin heman stratejî were meşandin. Lê bi ya min êdî hewce bi vê nemaye. Ji ber ku HDP bi serê xwe îradeyek e û nûnertiya milyonan dike. Siyaseta HDP'ê bi tena serê xwe dikare qedera Tirkiyê diyar bike. Tenê ji bo ku AKP wenda bike, nikare siyasetê bimeşîne. Divê HDP karibe bi soz û peyamên din derkeve pêşberî civakê. Tenê bi wendakirina AKP'ê re nikare biçe hilbijartinê. AKP biçe yeke din tê û ew partiyeke dewletê ye. Partiyên dewletê jî her tim li gorî siyaseta dewleta Tirk a qirker dimeşin. Ev sed sal in bi vî rengî ye. Lewma siyaseta ku HDP bike, divê li ser esasê demokrasî û azadiyê be. Nabe ku HDP partiyekê bike dijberê xwe. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ti carî ev nekiriye. Mesele ew e ku mirov li dijî zêhniyetekê tevdigere. Pirsgirêka me bi zêhniyeta dewletê re heye. Mesele ne AKP û MHP ye. Mesele dewlet bi xwe ye.
Rêber Apo di dema hilbijartinên cihî de jî perspektîfeke bi vî rengî dabû HDP'ê. Ji HDP'ê xwestibû ku nebe aliyek. Ango bêteref be û li ser xeta sêyemîn bimeşe. Tişta niha ji HDP'ê tê xwestin jî ev e. Îro hêviya her kesî bûye HDP. Tenê HDP dikare rê li ber faşîzmê bigire. Çavê xelkê li HDPê ye û nabe ku HDP berê xwe bide maseyên dewletê. HDP'ê ji bo vê pozîsyona xwe berdêlên giran dan. Hevserok û parlementerên wê hatin girtin, şaredariyên wê hatin dagirkirin û ewqas hevşaredar di girtîgehan de ne. Partiyeke ku ewqas berdêl dane, divê îdîaya wê mezin be. HDP ku îro namzeteke jin ji bo serokomariyê eşkere bike û têkeve pêvajoya hilbijartinê wê atmosfereke cuda biafirîne. Çawa ku beriya bi mehekê HDP'ê got ew ê bi namzetê xwe têkevin hilbijartinê rojeva Tirkiyê guherî, niha jî dikare wê yekê bike. Bêguman em şîretan nakin û aqil nadin HDP'ê û ev ne karê me ye. Karê me yê rojnamevanan ew e ku çavdêriyên xwe bînin ziman û pêşniyazan bikin. Dilê me bi HDP'ê re ye.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh