Endamên heyeta têkiliyên derve ya Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, xelata endamên rûmetê yên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê da wan. Gava Uca xelat girt got, “Ez vê xelatê diyarî tevahiya jinan dikim yên ku li Rojava û Şengalê têdikoşin.”
Parlamentera HDP´ê Feleknas Uca got, xelat ji bo yekîtî û mafê mirovan pirr giring e û wiha peyivî: “Em her li ku bûn, em ji bo demokrasî û mafê mirovan têkoşiyan.”
Ucayê xelat diyarî jinên li Rojava û Şengalê têdikoşin û di şexsê Jîna Amînî de jî diyarî tevahiya jinên têkoşer ên dinyayê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN