Cannesê filmên “Palmiyeye Zêrîn” neqandin

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Nîsan 2022 - 22:21

  • Festîvala Filman ya Cannesê ji bo sala 2022’yan filmên ku bibin namzetên “Palmiyeya Zêrîn” neqandin.

Festîvala Filman ya Cannesê ji bo sala 2022’yan filmên ku bibin namzetên “Palmiyeya Zêrîn” neqandin. 

Festîvala Cannesê îsal cara 75’an dê di navbera 17-28’ên Gulanê de were lidarxistin. Rêvebirê festîvalê Theierry Fremauks filmên ku îsal ketine pêşbirkê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Fremauks diyar kir ji bo îsal 2 hezar û 200 filmî miracaetî festîvalê kiriye. 

Festîvala îsal dê bi filmê derhêner Michel Hazanavicius yê bi navê “Z” dest pê bike. Her wiha festîval dê îsal 11 rojan were nîşandan û bi sedan film werin nîşandan.

Filmên ji bo “Palmiyeya Zêrîn” hatine neqandin ev in: 

“Pîra pîroz“ / Derhêner Ali Abbasi
“Les Amandiers" / Derhêner Valeria Bruni Tedeschi
“Crimes of the Future" / Derhêner David Cronenberg
“The Stars at Noon" / Derhêner Claire Denis
“Frere et Soeur" / Derhêner Arnaud Desplechin
“Tori and Lokita" / Derhêner Jean-Pierre and Luc Dardenne
“Close" / Derhêner Lukas Dhont
“Armageddon Time" / Derhêner James Gray
“Broker" / Derhêner Hirokazu Kore-eda
“Nostalgia" / Derhêner Mario Martone
“R.M.N." / Derhêner Cristian Mungiu
“Triangle of Sadness" / Derhêner Ruben Ostlund
“Decisions to Leave" / Derhêner Park Chan-Wook
“Showing Up" / Derhêner Kelly Reichardt
“Birayêîn Leylayê„ / Derhêner Saeed Roustayi
“Kurê ji cinetê“ / Derhêner Tarik Saleh
“Tchaikovsky’s Wife" / Derhêner Kirill Serebrennikov
“Hi-Han (Eo)" / Derhêner Jerzy Skolimowski

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.