Rojev

Çanda ‘jina dayik’

Çarşem 26 Adar 2025 - 02:55

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê 8’ê Adarê de hat parvekirin, şîrovekirina çanda jina dayik û fêmkirina wê carek din datîne holê.

Banga dîrokî ya ‘aştî û civaka demokratîk’ a Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de hat parvekirin. Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî peyama Abdullah Ocalan a ‘Rêgeza min a esas jiyana bi heybet ya bi we re ye!’ hat parvekirin. Piştî xwendina peyamê tiştên di peyamê de hatin destnîşankirin wek perspektîfekê tên destgirtin.

Me hinek nokteyên di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wek nivîs girtin dest.

Li ser çanda xwedawenda ‘jina dayik’ disekine û rola jinê ya di avakirina civakîbûnê de derdixe holê. Di warê têgihiştina ku jin çawa gav bi gav ji civakê hatiye dûrxistin jî di cihekî girîng de cih digire.

Çand an jî baweriya Xwedawenda Dayikê di gelek civakên destpêkê yên li Anatolya û Ewropayê de, bi taybetî jî li Mezopotamyayê, hatiye dîtin. Lêkolînên arkeolojîk diyar dikin ku di vê serdemê de statûya civakî ya jinan li pêş bû. Figurên ku di kolandinê de derketine holê vê yekê eşkere dikin.

Dema ku xwedawenda dayikê li Anatolyayê di nav Hîtît û Frîgiyan de wekî Kybele xuya dike, Kybele hem wekî parêzvana xwezayê û hem jî wek dewlemendiyê dihat dîtin.

 Dema ku Demeter û Gaia di Yewnana Antîk de wekî xwedawendên xwezayê û berberiyê dihatin pênasekirin, li Romayê ji van fîguran re Magna Mater (Dayika Mezin) dihat gotin.

Li Hindistanê, fîgurên xwedawendan bi fîgurên Durga û Kali derdikevin pêş. Li Hindistanê, bi taybetî "doktrîna Shakti" enerjiya jinê wekî hêzek pîroz pênase dike.

Çanda xwedawend ne tenê pergalek baweriya olî ye, di heman demê de hêzek girîng a jiyanî ye ku pêkhateya civakî çêdike. Lê bi demê re derketina pergala serdest a mêr ev pergal guhert û pozîsyona jinê gav bi gav  şûnde xist. 

Ji destpêka avakirina jiyana civakî ve balkişandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser çanda xwedawend û rola jinê ji vê rastiya dîrokî derdikeve. Ji ber vê yekê jî tekez dike ku pêwîst e jinên ku îro hewl didin bên paşguhkirin, pêşengiya avakirina civakê li ser bingeheke demokratîk bikin. Di nirxandin û analîzên Rêberê Gelê Kurd ên der barê jinê de, gelek caran tê nîqaşkirin ku di serdemên herî kevn ên dîrokê de avakirina pêkhateya civakî bi pêşengiya jinê û bi navenda jinê hatiye pêşxistin. 

Ji ber vê yekê jî Rêberê Gelê Kurd girîngiya vegera jinê ya ‘civaka xwezayî’ û ‘civaka demokratîk’ de derdixe pêş... Peyama dîrokî ya 8'ê Adarê îfadeyeke kin û sade ya vê derdixe holê. 

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Rojev

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.