Bêedaletî hatiye astek girîng

Sêşem 25 Adar 2025 - 03:10

Siyasetzan Sezen Çîlengîr got ku dengê ji çar aliyên Tirkiyeyê bilind dibe, tenê bi binçavkirina Ekrem Îmamoglu nekarî bê binavkirin û got:” Civak her ku diçe xizan dibe, tundî zêde dibe, bêedaletî hatiye asteke girîng.”

Tirkiye roja 19’ê Adarê bi operasyona li dijî 106 kesan ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de bû, şiyar bû. Di agahdariya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat dayîn de Ekrem Îmamoglu wek “Serokê rêxistina sûc” hat pênasekirin. Çalakiyên ku piştî girtina Ekrem Îmamoglu çêbûn, ji berteka ku ji bo binçavkirina şaredarek zêdetir, bûn sedem ku desthilatdariya AKP- MHP’ê di her warî de were şermezarkirin.

Di vê pêvajoya ku “Tiştê nayê aqilê mirov diqewimin” de, rojeva welat her carê bi binpêkirina mafan tê dagirtin. Hemleya dawî ya ku di vê pêvajoya Serokomar Receb Tayyîp Erdogan divê bibîne de, ne diyar e ku dê ber bi ku ve biçe. Siyasetzan Sezen Çîlengîr li ser bûyerên dawî yên li welat qewimîn û tiştên di wêneyê ku derketiye holê de, axivî.

Îhtîmala pêşketina refleksên civakî 

Sezen Çîlengîr bi gotinên; “Destkeftiyên ku di sala 2019’an de bi hilbijartinên herêmî çêbûn, her çiqas fragmana qelsbûna desthilatdariyê werin dîtin jî, ji aliyê civakî ve her çend hilbijartinên ku ezberên dîrokî dem bi dem xirab bûne çêbibin jî, ev yek pêk nehatiye” balkişand ser kêmasiyên di encama qelsbûna desthilatiyan û wiha berdewam kir: “Dema ku em rojevê dinirxînin, çawa salên bi AKP’ê dest pê kirin û bi pêş ketin, divê merheleyên wê werin dîtin. Çalakiyên Geziyê yên di sala 2013’an de, (weke hilbijartina 7’ê Hezîranê) divê werin dîtin. Lewre dû re ev yek bi berdewamî yan jî forma xwe ya nû, her dem îhtîmala refleksên civakî hebûye.”

Dîwarê tirsê hilweşiyaye

Sezen Çîlengîr, diyar kir ku dîwarê tirsê hilweşiyaye, li ser bûyerên ku şewqa xwe didin kolan û civakê jî wiha got: “Di encamê de tevger dînamîk e û bi kodên xweser û dîrokî yên civakî ku ji wan bi beden dibe, hîn dibe û bi pêş dikeve. Li Tirkiyeyê xizaniya ku her diçe zêde dibe, tengbûna qadên azadiyê, bêhiqûqiya ku qada siyasî û aborî ji derve dihêle yan jî dest datîne ser, ji tekela medyayê heta rojnamegeriya muxalîf, bi rejîma çavdêriyê her tişt tê sînorkirin. Ev yek li nava hemû beşên civakê belav dibe, li dijî zexta ku zêde dibe, dîwarê tirsê her diçe hildiweşe.” 

Bêedaletî hatiye astek girîng 

Sezen Çîlengîr destnîşan kir ku desthilatdarî pêvajoyeke aştiyê ya nav lê nehatiye kirin dimeşîne û li ser vê mijarê wiha got: “Atmosferek tirsê heye ku ji aliyekî ve di bin navê pêvajoya aştiyê de nayê zanîn çawa tê dîzaynkirin, ji aliyê din ve siyaseta qeyûm tê domandin û plansaziya operasyonên mezin tê kirin. Ev jî perçeyek vê yekê ye. Yanê dengên ku li çar aliyê Tirkiyeyê bilind dibin, nekarî tenê bi şewitandina dîplomeya Îmamoglu û binçavkirina wî bê vegotin. Civak her ku diçe xizan dibe, tundî zêde dibe, bêedaletî hatiye asteke girîng. Neçariya berdewamkirina jiyana wek mirinê heye.”

Çalakiyên xwendekaran

Sezen Çîlengîr diyar kir ku mirov nikare bêje ku îro dê çawa bipêşkeve û bal kişand ser çalakiyên xwendekaran. Sezen diyar kir ku çalakiyan cesareta xwe ji ciwanan stendine û dawiyê wiha got: “Hêvî herî zêde, di dilê yên ciwan, çalak û yên ku bi xwe û zû xwe birêxistin dike de disitire.”

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.