Bi rihê azadiyê tevlî têkoşînê bû
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:15
HPG’ê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû eşkere kir û got:’’Hevrêyê me milîtanekî Apoyî yê mînak bû. Ji bo hemû ciwanên Kurd bû rênîşana têkoşînê.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Adara 2025’an de; bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve kiribû ku roja 26’ê Sibata 2025’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Garê de hevrêyê me Delîl şehîd bû. Hevrêyê me Delîl Hewraman bi çanda welatparêziya kûr a Rojhilatê Kurdistanê û ruhê azadiyê tevlî refên me yên têkoşînê bû. Em hevrêyê xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di şexsê wî de soza xwe ya ji bo serketinê nû dikin. Hevrêyê me Delîl ji Hewramanê weke lêgerînvanekî azadiyê tevlî nava refên me yên têkoşînê bû. Li dijî zext, mêtingerî û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, dizanî ku yekane rê weke şervanek azadiyê şerkirin e. Hevrêyê me di vê rêyê de kêliyekê jî teredut nekir û bi berhemdariyeke mezin têkoşiya. Hevrêyê me bi vê sekna xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Ji bo hemû ciwanên ku bû rênîşana têkoşînê. Di serî de malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û dilsoziya xwe ya ji bo bîranînên pîroz ên şehîdên xwe nû dikin.
Hevrêyê me Delîl li Herêma Hewramanê ya ku bi çanda xwe ya qedîm û welatparêziya kûr tê zanîn, hate dinê. Hevrêyê me di demeke ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo tasfiyekirina gerîla êriş da destpêkirin, ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Delîl di sala 2018’an de gihişt xeyalê xwe. Hevrêyê me weke wezîfeya dawî li Garê di nava gelek xebatan de cih girt û ti hincet ji xwe re qebûl nekir. Ji bo amadekariya tunelên şer û xebatên binesaziyê, her wezîfe bi layiqî pêk anî. Bi kesayeta xwe ya cewherî, sekna xwe ya milîtaniya Apoyî, jiyana xwe ya dilnizm û bi israra xwe ya ji bo pêkanîna taktîkên demê, mîrateyeke têkoşînê hişt ku ti carî nayê jibîrkirin.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me yê şehîd bi vî rengî ne:
Delîl Hewraman (Şehriyar Qadirî), li Hewraman jidayîk bûye, 26’ê Sibata 2025’an li Garê şehîd bû.
BEHDÎNAN