Divê xwedî li pêvajoyê bê derketin

Şemî 22 Adar 2025 - 03:00

Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got: “Divê aliyên civakî jî tevli pêvajoyê bibin û gavên demokratîk bên avêtin.”

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kiribû. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a Komeleya Mafên Mirovan Nuray Çevîrmen der barê bangê de nirxandin kir.

Divê xwedî li pêvajoyê bê derketin

Nuray Çevîrmen da zanîn ku bangek dîrokî û girîng hatiye kirin û wiha got: “Ev bang wê di gelek qadê de bandorên erênî bike. Divê her aliyê civakê xwedî li bangê derkeve lê ev bang bi taybet peywirên mezin dide ser milên hemû aliyan û aliyê herî girîng jî  dewlet e. Divê aliyên civakî jî tevli pêvajoyê bibin û gavên demokratîk bên avêtin.”

Divê tecrîd bê rakirin

Nuray Çevîrmen daxuyakirin ku divê hemû rayagiştî xwedî li pêvajoyê derkeve û wiha bi lêv kir: “Em parêzvanên maf demek dirêj e dibêjin ku divê tecrîda giran bê rakirin. Em bang dikin û dibêjin ev ne hiqûqî û mirovî ye. Pêvajoya nû dest pê kir û ji ber xebat bi rêk û pêk bên meşandin divê tecrîd bê rakirin û hevdîtinên parêzeran pêk bên. Divê dewlet ji bo hawêra bi ewle bê domandin gavan bavêje.”

Polîtîkaya cezakirinê

Nuray Çevîrmen her wiha destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mekanîzmayek desthilatdariyê ya bi darê zorê didome heye û bi vê polîtîkayên li ser civakê cezakirin mijara gotinê ye. 

Peywir dikeve ser milê her kesî

Nuray Çevîrmen wiha dawî lê anî: “Divê teqez TMK ji holê bê rakirin. Îro girtîgeh bên valakirin piştî demekê di çarçoveya TMK’ê de hejmara girtinan du qat dikare zêde bibe. Ji ber vê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê sererastkirina qanûnî ji civakê re xizmetê bike. Ji bo pêvajo têk neçe peywir dikeve ser milê hemû kesî.”

JINNEWS/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.