Wê bibe Newroza serkeftinê

Şemî 22 Adar 2025 - 03:05

Berdevka Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Kobanê Ayşe Efendî diyar kir ku ev Newroz dê bibe Newroza azadî û serkeftina gelan.

21'ê Adarê cejna Newrozê ku ji serhildana Kawayê Hesinkar li dijî desthilatdarê Dehaqê ku bi niheqî û zilma xwe dihat naskirin, tê pîrozkirin. Kawa karîbû Dehaw têk bibe û agir berda banê qesra xwe û meşaleya serkeftinê wek sembola serketin û berxwedanê bilind kir. Ji wê rojê heya îro gelê Kurd ji bo rojek nû û xilasbûna ji zilimê agirê azadiyê geş dikin.

Derbarê Newrozê, wate û girîngiya wê ya ji bo gelê Kurd, her wiha cudabûna Newroza îsal ji salên din de, Berdevka Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayîşe Efendî axivî.

Ayşe Efendî di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser cudabûna vê Newrozê ya ji salên din û wiha got: "Her sal di meha Adarê de bi hatina Newrozê re li ser gelê Kurdistanê rengên buharê xwe nîşan didin. Cejna Newrozê tê wateya sembola azadî û serkeftinê. Ew nasname û neteweya Kurdayetiyê diyar dike. Newroz bi xwe re serpêhatî û destanên dîrokî yên gelê Kurd zindî dike. Ji ber vê yekê Newroz tê wateya vejîna nû û hêviya gelê Kurd. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mehan beriya ku Newroz dest pê bike amadekariyên xwe dikin. Ev roj ji bo wan roja azadî û serkeftina li dijî zilmê ye."

Di berdewama gotinên xwe de Ayşe Efendî da zanîn ku Newroza îsal ji salên din cudatir e û got:"Her wiha Newroza îsal wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna banga dîrokî ve bê pîrozkirin. Ev Newroz dê bibe Newroza belavbûna aşîtî, ewlehî û demokrasiya gelan. Di heman demê de wê bibe çareseriya pirsgirêkên Kurdan. Hemû rojên me Newroz in. Em bi hêvî ne ku bi rihê Newroza îsal azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hemû deverên dagirkirî misoger bikin."

NÛJINHA/KOBANÊ/NÛRŞAN EBDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.