Her netewek di demên herî dijwar de, bi taybet dema ku çarenûsa gelî wî tê diyar kirin, hewl didin li kêleka gel û civaka xwe bin. Ji ber di demên ûsa de rûh û helwesta yek girtî gelek giring û jiyanî ye. Nêrîn û bîrdozî çi be didin aliyekî û ji bo berjewendiyên gelê xwe mil didin milê hev. Di demên ûsa de di hemû ol û baweriyan de ji pir pîroz û bi wate tê vegotin ew sekn û helwest.
Ji bo gelê Kurd û Kurdistan ji 27'ê Sibatê hetta niha dem û dewranekê gelek girîng destpekir. Rêber Apo ruxmê ew dijminê ku ser tunebûna Kurd û Kurdistanê xwe her daye jiyan kirin û hêjî dide pêvajoyek daye destpekirin. Kesên ku bedelê vî şerî dane û hêj didin dizanin çiqas bi wate û pîroze ev gav. Ji ber wê bi her awayî hembêz kirin û bi yek dengî li dora ew deng û banga rêberê xwe bûn çeper. Kesên ku ti bedelan ne daye û hêji nade û bi her awayî jiyana xwe didomîne li welatên Rojava de heddê xwe dibînin êrîşî deskefti û rûmeta gelê Kurd bikin. Tû çawa ji heddê xwe dibînî daxwaza daxistina posterê Rêber Apo dikî? Hûn kîn e û çi dixwezin? Helbet li hember kesên ûsa helwesta kesên bi wîjdan û exlaq wê hebe, wê demê hûn çima ûsa har dibin. Yanî tuyi werî êrîşî hemû rûmet û destkeftîyên me bikî û emê jî bêdeng bimînin. Ma qey li kuderê ew tişt hatiye dîtin? We hêj femnekirîye Biji Serok Apo ne dirûşmeye, ew helweste, ew bîr û bawerîye, ew hêvî û evîne!
Di Newroza isal de Kurdên dilsozê azadî û yekîtiyê mohra xwe li dîrokê xistin. Li çar perçeyên Kurdistan û derveyî welat bi yek dengî gotin ''Bi Rêbertîya azad ber bi civaka demokratik'' ve. Bi yek dengî daxwaza azadiya mayînde ya Rêber Apo û yekîtiya netewî kirin. Hêjayê gotinê ye li hemû qadên Newrozê de jinên Kurd bi cil û bergên xwe bi tililiyen xwe qadan xemilandin û carek din nîşanî hemû cîhanê dan ku jin parazvanê hemû nirxên pîroz e û rêhevalê rast ya Rêber Apo ne. Li Rojhilate Kurdistan bi taybet li Newroza Ûrmiye de jinên Kurd bi rîhe Jina Amini bûn sekn û helwest li hember despotan. Li Amedê li peytexta Kurdistanê carek din bûn agirek ji top û meşiyan li hember Dehaqên serdemê!
Ruhê berxwedanê yê Kurdan dîrokî ye. Tevî desthilatdariya 5000 salî ya nîzama hiyerarşîk û torên dagirkeriyê yên li erdnîgariya xwe ya bingehîn jî, Kurdên ku berxwedanê weke nan û avê pêwîstî dibînin, îro jî berxwedanê weke yekane rêya rizgariyê dibînin. Nûnerê niha yê berxwedana Kurdên dilsoz helbet xet û ruhê berxwedanê yê Apoyî ye. Hişmendiya siyasî ya ku bi gelê bêstatu û civakek bêdewlet tê jî nîşan dide ku em ji civakên bi dewletan hesastir û berxwedêr in. Helwesta îdeolojîk-siyasî ya Rêber Apo ya li ser esasê Kurdan îspat kir ku bingeha civakî ya demokratîk ne dewlet, hişmendiya azadîxwaziya civaka demokratîk û pergala konfederal e.
Helbet li hemberî xeta berxwedanê, weke îro di her qonaxên dîrokê de xeta xiyaneta hevkar her tim bûye. Lê belê wek di hemû qonaxên dîrokê de jî hat dîtin hişmendîya kû xizmeta dijmin dike ti carî nekariye pêşiya xeta berxwedanê bigire û hertim rastî helwesta gel hatîye. Li ser vê bingehê Kurdên welatparêz ên Apoyî yên îro li dijî xeta hevkarî-xiyanetê berxwedan û şerê xwe yê herî mezin hêj dimeşînin. Ji ber kû li ser navê rastiyê derketin. Dîroka derewîn a çêkirî deşîfre kirin. Weke ku dibêjin padîşah tazî ye, tam ev e.
Li gel van jî divê neyê jibîrkirin ku yên ne xwedî ruhê gel ê şoreşgerî be nikarin biafrînin û bibin bersiv. Li himber her cûre bêrêzî û bê edeletî divê reflekseke Apoîst a tûj were nîşandan. Rêber Apo got: ‘’Yên ku li heqîqeta mezin nanêrin û nabînin bila nekevin rê.’’ Armanca Rêbertîya Azad û Civaka Demokratîk li pêşiya me ye û di destê me de ye ku em bi pêleke dawî bigihêjin wê.
parvê bike
Nivîsên Kurdistan LEZGIYEVA
Rêber Apo xefik parçe kir!
4 adarê
Dem, dema pêkanîna şoreşê ye!
25 sibatê
Gelo aştî bê azadî dibe?
18 sibatê
Sûrîye û Desentralîzasyon
11 sibatê
Em êdî ne Kurdên ji rêzê ne!
4 sibatê
Enerjiya Nukleer û Başûrê Cîhanê
28 Çileyê