Rihê Newrozê Ewrûpa rapêça
Sêşem 25 Adar 2025 - 03:45
- Kurd û dostên wan bi pîrozbahiyan rihê Newrozê li Ewrûpa berbelav dikin. Di pîrozbahiyan de banga dîrokî ya Rêbar APO hate silav kirin û hate gotin ew bi hemû awayî li gel banga dîrokî ne.
Pîrozbahiyên Newrozê li seranserî Ewrûpayê bê rawestan dewam kirin. Kurd û dostên xwe bi pîrozbahiyên bi heybet û coş, banga Rêber APO ya dîrokî silav kirin.
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê, Newroz li Finsbury Parkê pêk hat û zêdeyî 10 hezar kes tevlî bûn. Ji bajarên Exeter, Liverpool û Brightonê gelek mirov tevlî Newrozê bûn. Hunermend Memozan, Mervan Şan, Yelda Abbasî, Koma Çarnewa û Koma Govendê ya Teşî derketin ser dikê. Şaredarê Haringeyê Peray Ahmed û Şaredarê Enfieldê Ergîn Erbîl li ser dikê axivîn, Newroz pîroz kirin. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî peyamek ji Newroza li Londonê re şand. Parlamenterê Islingtonê Jeremy Corbyn jî got:"Divê Abdullah Ocalan azad bibe. Divê bi demokrasiyeke rasteqîn piştgirî ji banga wî ya demokratîk re bê dayin û li her devera Kurdistanê hemû girtiyên siyasî azad bibe."
BRÛKSEL
Li paytexta Belçika Brukselê îsal Newroz bi şîara “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bi awayekî bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li parka Cinquantenaire ya ku di 1880’an de ji bo 50’emîn salvegera serxwebûna Belçikayê hatiye avakirin, hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi stranên hûnermend Xelîl Sadiq coşa Newrozê gihîşt lutkeyê.
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs di axaftina ku li pîrozbahiyê de kir balkişand ser girîngiya Newrozê û bangawaziya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bibîr xist. Pîrozbahî bi agirê Newrozê re gihîşt lutkeyê. Pîrozbahî bi tevlîbûna hûnermendên wek Berîvan Turhan, Alî Jiyan û Mustafa Altun re bi dawî bû.
MARSILYA
Li bajarê Marsilya ya Fransayê pîrozbahiyên Newrozê bi tevlîbûn û coşekî mezin hatin pîrozkirin. Nûnerên Le Collectif Solidarité Kurdîstan, Partiya Komunîst û Ekolojîst û siyasetmedar Joel Duto, Said Ahamada, Sebastien Delogue ve Jeremy Bacchi û Kemal Aktaş axivîn. Piştî axaftinan Hozan Menal, Hozan Arhat, Hozan Dîlber ve Engîn Xelîkan derketin ser dîkê û girseyê li ber stranan govendê gerandin.
RENNES
Bi hezaran Kurdistanî li Parc des Gayeulles a bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan û Newroz bi coş pîroz kirin. Ji Fransayê jî gelek aktîvîst û nûnerên saziyên dost jî beşdarî çalakiyê bûn.
Hunermend Helbest Arî, Koma Jiyan Arjîn, Lezgîn Çîmen, Sevda û Sabir Peker bi stranên xwe beşdaran coşandin. Beşdaran li ber stranan govenda gerandin.
MULHOUSE
DKTM Mulhouse û DKTM Strasbourgê li bajarê Mulhouse yê Fransayê Newroz pîroz kirin. Salona şahiyê bi posterên Rêber Apo û wêneyên şehîdên azadiyê hat xemilandin. Di pîrozbahiyê de peyama KCK'ê ya Newrozê bi Kurdî û Tirkî hat xwendin. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz weke axaftvan beşdarî çalakiyê bû. Piştî axaftinan hunermend Zarîfe Zêrîn, Peywan Arjîn, Kewê û Îbo Qamişlo derketin ser dike. Koma Govendê ya DKTM ya Strasbourgê jî performansa xwe pêşkêş kir.
REIMS
Li bajarê Reims ê Fransayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî şahiye bûn. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hunermend Hozan Kanî Bilal û Amara Kurdê Êzidî derketin li ser dike. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ERFURT
Newroza 2025’an li bajarê Erfurt ê Elmanyayê hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre peyama Newrozê ya Rêber Apo hat xwendin. Di şahiyê de agir hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.
STUTTGART
Bi hezaran Kurdistaniyên li qada Schiller a Stuttgartê hatin ba hev û Newroz pîrozkirin. Piştî axaftinan hunermend Birhat Kurdî, Garîp Nûrhak, Koma Jiyan, Nûarîn, Xemgîn Bîrhat û Koma Devran derketin li ser dikê. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
BERLIN
Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de siyasetmedarên weke Nilufer Koç, Huseyîn Yilmaz, Hevseroka Med- Kurd a Rojhilatê Elmanyayê Seyran Bîlen û ji Partiya Çep a Die Linke ya Elmanyayê Ferhat Koçak axivîn. Hunermend Ozgur Işik, Kawa Ûrmîye, Binevş Cizîri, Soner Tepelî, Neshwan Harikî, Koma Soran, Koma Zarokan û Koma Govendê derketin ser dîkê.
WIESBADEN
Li bajarê Wiesbaden ê Elmanyayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Di şahiyê de Mazlûm Roj axivî û bal kişand bi ser girîngî û wateya Newrozê. Roj îşaret bi banga Rêber Apo kir û banga li dorî paradîgmaya Rêber Apo bibin xelek kir. Şahî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û gerandina govendê bi dawî bû.
HAMBURG
Cejna vejîna neteweyî ya gelê Kurd Newroz li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi beşdariya hezaran bi coş hat pîrozkirin.
Siyasetmedar Selma Irmak axivî. Kurdistaniyan li ber stranên hunermendê TEV-DEM'ê Ozan Ûmût govend gerandin. Koma folklorê ya Koma Sîpan Amara ya ku ji zarok û ciwanan pêk dihat hunera xwe pêşkêş kirin. Nûnerê MLKP'ê yê Hamburgê jî di pîrozbahiyê de axivî.
NAVENDA NÛÇEYAN