Em ê xwedî li banga dîrokî derkevin

În 21 Adar 2025 - 03:25

Aktîvîstên Saziyên Ziman ên Kurd diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga sedsalê ya Rêber Abdullah Ocalan û gotin:“Em ê bi hev re xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û zimanê xwe pêş bixînin.” Piştgiriya ji bo banga sedsalê ji her alî tê. Saziyên Ziman ên Kurdî jî ji bo piştgiriyê daxuyaniyek dan û peyama piştgiriyê didin bangê dan.

Wê bi hêza bangê aştî bê her qadê 

Şînda Ayazgun a li Komeleya Çanda Ziman û Lêkolînê ya Arî ya Êlihê mamoste ye axivî û da zanîn ku ji berê de polîtîkayên asîmîlasyonê hene û got:“Em bangê gelek girîng dibînin. Hûn zextên li ser qada ziman jî dibînin. Zext ewil ji ser ziman destpê dikin. Di vi alî de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ wê aştiyê û demokrasiyê ji bo gelan bîne. Xebatên der barê ziman de wê her tim hebin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em Kurdî ji nav zimanên mirî derxin û ji bo vê têbikoşin. Divê gelê me xwedî li ziman derkeve. Em ê çand û zimanê xwe pêş bixînin.”

Berpirsiyarî li ser milê herkesê ye 

Rêvebera Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Evîndar Akbulut jî diyar  kir ku pêvajo hem ji bo ziman hem ji bo qada siyasî girîng e û diyar kir ku divê hemû xwedî li banga Rêber Abdullah Ocalan derkevin û got:“Ev pêvajo berpirsyariyê dide ser milê hemû aliyan. Bi salan e li ser ziman êrîş û polîtîka hene. Tunebûna ziman tunebûna mirov e. Ji ber vê divê em xwedî li pêvajoyê derkevin û têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê xebatên xwe berfireh bikin. Divê em li her qadê xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin, divê ziman her tim di rojev û jiyana me de be.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.