Kesê karibe bide kirin Rêber Apo ye
În 21 Adar 2025 - 03:50
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kongreyeke Rêber Apo lê ne amade be, wê nikaribe biryara çekdanînê werbigire û got, "Yekane kesê ku karibe vê bide kirin Rêber Apo ye. Tenê Rêber Apo dikare vê biryarê bi PKK'ê bide wergirtin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haber TV bû û bûyerên piştî banga Rêber Apo nirxand. Hevpeyvîna bi Kalkan re hatiye kirin bi vî rengî ye:
Bi rastî jî welê ye, Newroza îsal ji yên beriya niha hinekî din cudatir e. Newrozeke nû heye. Newroza 2025'an li gorî Newrozên din gelekî cuda ye. Qad bi coş û kelecana Newrozê tijî ne. Çar parçeyên Kurdistanê, çar aliyên cîhanê bi vî rengî ye. Coş û kelecan di asta herî bilind de ye. Bi rastî jî rastî bi vî rengî ye. Ciwan, jin, karker, kedkar, extiyar, gelê Kurd û dostên wan her kes qadên Newrozê dadigirin. Rêber Apo nav li Newrozê kir. Got 'Newroza Aştî û Civaka Demokratîk'. Di vê demê de bangeke bi vî rengî kir. Serdem bi vî rengî pênase kir. Gelê me jî dibêje Newroz Newroza azadî ji Rêber Apo re ye. Ev Newroz wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne.
Çil carî Rêber Apo jî, ji rêveberiya PKK'ê hevrêyan jî gotin, pirsgirêka Kurd çareser bikin, hebûna gelê Kurd, mafên gelê Kurd nas bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin PKK ji bo xwe tiştekî naxwaze. Niha jî tiştekî naxwaze. Banga heyî ya Rêber Apo tê wê wateyê. Lê niha tê gotin, 'ka destpêkê tu xwe fesih bike'. Tiştekî welê tê nîqaşkirin, ku ne tenê fesihkirina PKK'ê, dibêjin li kîjan devera cîhanê komeleyeke biçûk bi navê Kurdan hebe yekser bi PKK'ê ve girêdayî ye, divê bêne fesihkirin. Dibêjin, divê hemû xwe belav bikin, bi navê Kurdan ti rêxistin, rêxistinî nemîne. Ma bi vî rengî dibe? Ev çi feraseteke demokratîk e? Ev çi şêweyê çareserkirina pirsgirêka Kurd e? Ji vê re qurnaziya gundîtî jî nayê gotin. Eger derdorên desthilatdariya heyî ji wan heye ku bi vî rengî wê karibin demekê bi dest bixin, xwe dixapînin. Ji ber vê xwe dixapînin; Rêber Apo ji bo wan şensa dawî ye. Yanî demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan ji bo parastina yekîtiya heyî ya Tirkiyeyê şensa wan ê dawî ye.
Di wê mijarê de em zelal in. Rêber Apo jî bang kir. Beriya wê di nameyê de jî ev hebû. Di daxuyaniya me ya 1'ê Adarê de jî hebû ku weke bersiva li bangê bû. Me ev yek bi şênberî got. Me bi rastî û kêmasiyan şerek kir heta niha, em bûn rêveberiya vê. Başî nebaşiya wê dikare bê nirxandin. Lê belê heman rêveberiyê em nikarin di pêvajoya aştiyê, çareseriyê de bikin. Hêza me têra vê nake. Tenê Rêber Apo dikare vê bike. Me ev got. Lewma di daxuyaniyê de jî me ragihand ku yekane kesê ku li ser mijara komkirina kongreyê, çekdanînê biryarê werbigire Rêber Apo ye. Rêber Apo wê kongreyê bicivîne, bi rê ve bibe, tenê Rêber Apo van biryaran dikare bi PKK'ê bide wergirtin. Herhal hinek vê yekê şaş fêhm dikin. Yan jî dibe ku me mebesta xwe baş neda fêhmkirin. Yan jî PKK'ê baş fêhm nakin, ku ji wan heye wê bi hêsanî biryar bê wergirtin. Bi rastî jî tiştekî welê nîne.
Paşeroja pêvajoyê wê çawa be, ev mesele hinekî diyar nîne. Ya rast ji aliyê me û Rêber Apo ve diyar e. Me bi rastî jî xwest samîmî û hevgirtî nêzîk bibin. Hîn jî em di wê astê de ne. Ji ber ku helwesta Rêber Apo bi vî rengî bû. Me destpêkê got, bi biryar bû. Em dixwazin wê samîmiyet û hevgirtinê dewam bikin. Bila encamek ji vê bê. Rêber Apo ji bo gavekê biavêje, ji bo gelê Kurd ji bo gelên Tirkiyeyê dixwaze paşerojeke nû biafirîne. Rêber Apo destnîşan kir ku ev yek danîna hîmên sed salî, hîmên hezar salî ye. Lewma em bi kelecan bûn. Em heta dawiyê xwedî li vê derdikevin. Lê belê me heman helwest heta niha ji aliyê dijber nedît. Em nikarin bibêjin hema her tişt qediya, lê belê ya ku diviyabû bê kirin jî di dema xwe de nehat kirin. Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin. Bila gelê me, her kes bi vê zanibe. Pêwîstî bi çi heye? Rêber Apo qala guhertina paradîgmayê kir. Banga Devlet Bahçelî, gotinên wî yên li ser xwişk û biratiya Kurd û Tirkan weke guhertina paradîgmayê pênase kir. Ev guhertina paradîgmayê çi bû? Ji înkar û îmhakirina Kurdan ber bi qebûlkirina Kurdan weke xwişk û bira guhertina mejî û siyasetê bû. Heta ku ev pêk were, divê teqez têkoşîn bê meşandin. Di dawiyê de Newrozê, cejna azadiyê li Rêber Apo, hevrêyên me, jin û ciwanan, li gelê me û dostên me pîroz dikim, bang li her kesî dikim ku qadên Newrozê dagirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hîn bi xurtî bînin ziman.
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN