Piştgiriya bangê bi hemwelatîbûnê

În 21 Adar 2025 - 03:40

REWŞAN DENİZ

Lî Îtalyayê şaredariyeke din hemwelatiya fahrî da Rêber APO. Li meclîsa şaredariya Bolognayê, bi dengdana giştî dayîna hemwelatîbûna fexrî hate qebûl kirin. Bi şaredariya Bolognayê re, hêjmara ku hemwelatîbûn dane Rêber APO ya li Îtalyayê ji 20’ê derbas kir. 

Ocalan çavkaniya îlhamê ye

Bologna ku weke ‘Bajarê Sor’ jî tê nasîn, yek ji bajarê çandî yê Ewrûpayê ye. Xwediyê daxwazê û yê ku destpêkê mohra xwe li bin vê daxwazê daye, serokê koma Tevgera Hemwelatiya Sivîl Detjon Begaj e. Begaj îşaret bi girîngiya biryarê da û got:’’Şaredariya Bolognayê gaveke girîng diavêje. Ocalan bi tenê berxwedana gelê Kurd temsîl nake, di heman demê de çavkaniya îlhamê ya sîstema li Rojava ya demokrasiya yekser a li ser bingeha ekolojî û azadiya jinê ku jiyanî dibe ye. 

Piştgiriya me ya bangê ye

Yek ji xwediyê daxwazê jî hevserokê şaredariya Bolognayê Emîly Clancy jî destnîşan kir ku bajarê wan parçekeyê têkoşîna azadiyê û mafên mirovan e û got:’’Bi vê jesta sembolîk, em careke din dilsoziya xwe ya bi mafê mirovan û azadiyê nîşan didin.’’ Nûnera mafê mirovan a Şaredariya Bolognayê Rîta Montîcellî jî got:’’Ji bo Bolognayê piştgirî dayîn sekneke siyasî ye.’’ Montîcellî bal kişand ser şertên esaretê ya li Îmraliyê û got:’’Ocalan salên dirêj in di bin tecrîdeke mutlaq de ye. Dema mirov têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurd û hewldanên wî yên ji bo aştiyê li pêş çavan derbas bike, divê peyama wî were bihîstin û bê piştgirî kirin.’’

Ocalan bi tenê nîne

Yek ji endamê meclîsa şaredariyê ku piştgirî daye daxwazê Gîorgîa De Gîacomî ji Partiya Demokrat jî got:’’Dayîna hemwelatîbûnê ya Ocalan, banga aştî û dîyalogê ye. Hemû hêzên demokratîk ên bajarê me piştgiriyê didin vê bangê.’’ Endamekî din ê meclîsê Fîlîppo Dîaco jî got:’’Ev nîşanaye piştgiriya bi gelê Kurd re ye ku bi salan e rûbirûyê zextan dimîne.’’ Endamê meclîsê yê serbixwe Gîan Marco De Bîase jî banga Rêber APO bi bîrxist û got:’’Ev werçerxeke dîrokî ye. Divê peyama bê dayîn zelal be: Ocalan ne bi tenê ye, gelê Kurd ne bi tenê ye!’’

Sekneke li dijî zextan e

Nûnerê Bûroya Enformasyonê ya Kurdistan Îtalyayê Alî Ekber Sultan jî spasiya xwe pêşkêşî şaredariya Bolognayê kir û got:’’Dayîna hemwelatîbûnê ya Ocalan tê wateya piştgiriya têkoşîna gelê Kurd. Gelê Kurd bi salan e di bin dorpêçê de ye, lê hîn jî li berxwe dide. Ev biryar di heman demê de li dijî polîtîkayên şer û zextê seknek e. 

Ji 20 bajarî zêdetir hemwelatîbûn

Heta niha li Îtalyayê ji 20 şaredariyan zêdetir hemwelatîbûna faxrî dane Rêber APO. Yê ku ji bo van xelatanderî vekir, di 4’ê Nîsana sala 2004’an de ‘Xelata Aştî û Mafê Mirovan’ a meclîsa şaredariya bajarê Cosenza bû. Di nava şaredariyên ku hemwelatîbûna dane Ocalande şaredariyên Palermo, Napolî, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondî, Fassalto jî cih digrin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.