Dewleta Tirk tevlîheviyê dike

Sêşem 25 Adar 2025 - 03:30

Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hewldanên wê astengkirina aştiyê li herêmê de axivî. Cîhad Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê pêk anîbû û ji malbatekê 10 kes qetil kiribû û got, êrişên dewleta Tirk kîna rejîma Enqerê ya li hemberî gelê herêmê nîşan dide û wiha dewam kir:"Meha Remezanê meha dilovanî û efûkirinê ye, lê dewleta Tirk di vê mehê de sûcên her xirab li dijî sivîlan dike. Ev jî îdiayên wê yên derewîn ku dibêje parastina nirxên îslamê dike, radixe ber çavan. Yên ku îslamê diparêzin, zarokan qetil nakin."

Hesen diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji zêdetirî 3 salan ve, jiyana rojane ya welatiyan têk bibe û wan ji pêdiviyên sereke yên jiyanê bê par bihêle.

Êriş hêviyan têk dibin

Hesen diyar kir ku di demekê de gelê Sûriyeyê, piştî rêkeftinên dawî yên di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de, bi hêviya siberojeke bi îstîqrartir bûn, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî  zêdetir kirin û got:“Dewleta Tirk naxwaze aramî li Sûriyeyê pêk were. Bi êrişên bejahî û hewayî hewl dide pêşî li hewldan û xebatên pêkanîna aramî û ewlehiyê bigire. Em bi hêviya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatiye ragihandin bûn ku bandoreke erênî li rweşa Sûriyeyê bi tevahî bike, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê ev êrişên bênavber hêviyan têk dibin. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, dewleta Tirk ji kuştinê û destwerdana leşkerî û rêvekirina li pêşiya komên terorîst pê ve tu tişt ji Sûriyeyê re nekir. Ji ber wê jî her pêvajoyeke aştiyê ku Tirkiye wê ragihîne, cihê gumanan e. ji ber ku kiryarên wê dijberî daxuyaniyên wê ne."

Îradeya gelan têk naçe

Hesen bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker xwedî li berpirsyariya xwe derkevin, ji ber ku bêdengiya wan dewleta Tirk a dagirker teşwîq dikin ku komkujiyên zêdetir pêk bîne.

Her wiha Hesen bang li hemû beşên gelê Sûriyeyê kir ku nirxên biratî û hezkirinê xurt bikin û vê yekê ji dewleta Tirk a dagirker re bikin bersiva herî xurt û got: “Îradeya gelan têk naçe. Ew ê wan ber bi pêkanîna projeya demokratîk û avakirina Sûriyeya pirreng, demokratîk û nenavendî ve bibe.”

ANHA/DÎMA MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.