Di sibatê de 8 Kurd hatin darvekirin
Şemî 29 Adar 2025 - 02:15
Li gorî bîlançoya mehane ya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di meha Sibatê de 8 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin û 32 welatî û çalakvanên Kurd hatine binçavkirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî darvekirin û binçavkirinên ji aliyê rejîma Îranê ve beramberî çalakvan û welatiyên Kurd di meha sibatê de hatin pêkanîn, daxuyaniyek belav kir.
Li gorî bîlançoyê, di meha sibatê de 8 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin darvekirin.
Hate diyarkirin ku di heman mehê de 32 welatî û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber sedemên siyasî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. Her wiha hate ragihandin ku ji van kesan 4 kes ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê şandin girtîgehên Nexede, Bokan, Bane û Îlamê.
Hêjayî gotinêye ku di meha çileyê de 4 welatiyên Kurd hatibûn darvekirin. Her wiha 82 wleatî û çalakvanên Kurd jî ji ber sedemên siyasî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin, 5 kes jî hatibûn girtin û ji bo girtîgehên Bokan, Sine û Nexede hatin şandin.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN