Bû pêşengê berxwedana destanî

Şemî 12 Nîsan 2025 - 03:00

HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Zapê şehîd bû eşkere kir û got:"Em soza xwe nû dikin ku ala wan a têkoşînê bi serketinê li ba bikin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Di 20'ê Cotmeha 2021'ê de li Zapê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de hevrêyê me Amed Botan şehîd bû. Hevrêyê me Amed ku bi kesayetiya xwe ya fedakar, bi hevrêtiya xwe ya xurt û şarezabûyîna xwe ya leşkerî heta kêliya dawî bû neferekî xurt ê jiyana Apoyî, wezîfeyên herî zehmet bi cih anî. Hevrêyê me li her bihosta herêma Zapê ked da, li dijî êrîşên dagirkeriyê bi rengekî destanî têkoşiya û nîşanî ciwanên Kurd da ku têkoşîna li hemberî dagirkeran divê çawa be. Hevrêyê me Amed ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi kêliya dawî, ji bo di kesayetiya xwe de taybetmendiyên milîtaniya Apoyî biparêze, ked û hewldaneke mezin da. Ev sekna xwe ya bi biryar her tim parast. Weke hevrêyên wî, em soz didin hevrêyê xwe Amed ku teqez xwe bigihînin armanca Kurdistana azad ku emanetî me kiriye. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Amed û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku her tim xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.

Hevrêyê me Amed li bajarê qedîm ê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê, li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku di ferqa erkên xwe de bû, bi sekna xwe ya di dema çalakiyan de û xwînsariya xwe baweriyek mezin da hevrêyên xwe. Ji ber vê bû milîtanek Apoyî yê serketî û hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist. Di sala 2021’an de li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê êrîşên dagirkeriyê hatibûn destpêkirin. Hevrêyê me Amed ku yek ji pêşengên berxwedana destane ya li Zapê bû, di pêvajoya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê’ de sekneke fedaî raber kir. Tevlîbûna hevrêyê me yê bibiryardar hişt ku darbeyên giran li dijmin bê xistin. Bi jiyana xwe ya fedaî, kesayetiya xwe ya dilnizm, hevrêtiya xwe ya ji dil û kûr wê her tim di nava me de be." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Amed Botan (Mihemed Hikmet), li Qamişlo jidayîk bûye, 20’ê Cotmeha 2021’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.