Bombeya fosforê jî bi kar anîn

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • HPG da zanîn ku dewleta Tirk li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji bilî çekên kîmyewî yên din, dest bi bikaranîn bombeyên fosforê jî kiriye.

Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye û gelek caran çekên kîmyewî bi kar tîne û niha jî bombeya fosforê bi kar anî. Lê nekarî çalakiyên gerîlayan asteng bike. Di çalakiyên gerîlayan de 8 dagirker hatin kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer got, "Artêşa Tirk ku sûcdarê şer e û nikare îradeya hêzên me yên bi ruhê milîtaniya Apoyî şer dikin bişikîne, bi bombeyên fosforê çeperên şer ên hêzên me bombe kir û careke din sûcê şer kir. Li gel van êrişan jî di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 20 caran li dijî hêzên me çekên kîmyewî û teqemenî bi kar anî, bi dehan caran bi obusan û çekên giran, 9 caran jî bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.”

HPG´ê li ser rewşa şer a meydanî û çalakiyên gerîlayan kite bi kite ev agahî dan: 

Li Zê (Zapê)

10'ê Tîrmehê saet di 12:00 de dagirkeran xwest bombeyan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bibarînin. Bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Li Xakurkê

10'ê Tîrmehê saet di 09:30'î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kir. Di encama çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

10'ê Tîrmehê saet di 16:20'î de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Li Metînayê

10'ê Tîrmehê saet di 20:40'î de ji dagirkerên li qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li nava xaka Başûrê Kurdistanê, bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

10'ê Tîrmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dagirkerên di nava tevgerê de bûn hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Tîrmehê saet di 04:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora çeperên şer bi cih bibin, bi sekvaniyê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Tîrmehê saet di 05:35'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Sûcên xwe zêde dikin

HPG´ê wekî din da zanîn ku dewleta Tirk li dijî berxwedana gerîla, dest bi bikaranîna bombeyên fosforê jî kiriye: “10'ê Tîrmehê saet di 12:50'î de artêşa Tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombeya fosforê û teqemenî bi kar anî.

10'ê Tîrmehê çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Girê Cûdî, Girê Şehîd Pîrdogan, Girê FM û Girê Hakkarî 20 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin ku hin ji çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi rengê gewr bûn û bêhna dermanê şuştina kincan jê dihat.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.