Bîlançoya şer a QSD’ê
Sêşem 4 Adar 2025 - 02:45
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:“Şervanên me roja yekşemê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin.
Eniya Bendava Tişrînê; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bendavê û gundewarên wê bi obîsên giran û hawanan topbaran kirin. Çeteyan gelek êriş li dijî nuqteyên hêzên me pêk anîn, şervanên me bersiva êrişan da. Di encamê de hejmarek çete birîndar bûn û tevahî êriş hatin şikandin. Yekîneyên Şehîd Harûn jî ku beşdarî bersivdayîna êrişên çeteyan bûn, droneke ku xwest nuqteyên hêzên me bike hedef, xist.
Eniya Pira Qereqozaqê; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîs, tank, roket û hawanan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkna, Melha û Sina û girên Sêvê û Qereqozaqê, stasyona ceyranê ya bajarokê Sirînê bi zêdetirî 90 guleyan topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin li malên sivîlan û stasyonê bûn. Çeteyan bi desteka obîsan, êrişî nuqteyên hêzên me kir. Şervanan bersiv da û şerekî giran rûda. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zanîn.
Eniya Eyn Îsa; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi roketan gundê Ebû Sira yê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê de zirar li mal û milkên şêniyan bûn. Di tevahiya rojê de balafirên bêmirov li asîmanên Eyn Îsa û gundewarên wê û bajarê Kobanê û gundewarên wê geriyan.”
ANHA