Bîlançoya QSD’ê a 2022'an

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 03:26

  • QSD’ê bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya înternetê bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2022'an eşkere kir.

Bîlanço wiha ye: "Di sala 2022’yan de ji Efrînê heta bi Kobanê û Dêrikê, dewleta Tirk a dagirker êrişên berfireh pêk anîn. Hedefgirtina jin, zarok, kal û pîrên me, careke din niyeta dagirkeriyê piştrast dike ku gelê me koçber bike û wan neçar bihêle ku malên xwe berdin. Ev sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Û ev yek jî bi awayek eşkere bi belge îspat bûye ku dagirkeriya Tirk sûcên şer pêk tine.

Li gel êrişên hovane yên bê navber, dagirkeriyê Tirk bi mebesta têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, ajan û sîxur bikar anî. Her wiha hewl da ku nakokiyan di nava gel ava bike û tirs û xofê bixe dilê gel de. Lê di çarçoveya operasyona Sondê de bi dehan şaneyên girêdayî dagirkeriyê, sixurên ku destê wan di şehîdxistina fermandar, şervan û welatparêzên me de hebûn hatin girtin. Di nava wan de şebekeyên bazirganiya madeyên hişber jî hatin pûçkirin.

Bi rêya armanckirina rasterast a fermandar û şervanên hêzên me yên ku di têkbirina dewleta idiakirî ya DAIŞ`ê de roleke wan ya herî berçav hebû. Her wiha hemahengiya eşkere di navbera êrişên dagirkeriya Tirk û tevgera DAIŞ`ê de, careke din derkete holê. Dewleta Tirk a dagirker piştgiriyeke berbiçav ji çeteyên DAIŞ`ê re pêşkêş kir. Di êrişa rêxistina terorîst li ser zindana Sînaa li Hesekê û êrişên li ser kampa Holê û derdora wê de. Kuştina serkirde û endamên DAIŞ`ê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê, li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, careke din mezintirîn astengî li pêşiya têkoşîna hêzên me û hêzên navneteweyî bû. Ji ber ev qadên dagirkirî veguherîne qadên perwerde kirin û amadekirina çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber vê rewşê, ji bo dawî li tunekirina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bê dagirkeriya Tirk astengiya herî mezine. Çeteyên DAIŞ`ê ku her tim sînorê Tirkiyê bikartînin ji bo derbasî xaka Sûriyê bibin, Ango ev herêmên Tirkiyê dagir kiriye, hembêza germ a serkirde û endamên DAIŞ’ê ne.

 

Binpêkirinên dewleta Tirk

Di sala 2022’an de hejmara êriş û binpêkirinên dewleta Tirk derkete 17 hezar û 596 êrişan û wiha bû:

Hejmara topên ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatin avêtin: 17433 di navbera obîs, hawan û tankan de bû.

Hejmara lêdanên balafirên bê mirov: 120 car, ji wan pênc bi belafirên bê mirov ên xwekujî bûn.

Hejmara êrişên ezmanî: 43 êriş.

Hejmara birîndarên sivîl: 263 sivîl, ji nav wan 59 zarok 44 jin.

Hejmara şehîdên sivîl: 59 sivîl, di nav wan de 12 zarok 5 jin.

Di çalakiyên bersivdayîna rewa de, hejmara kuştiyên dijmin: 44 leşkerên dagirkeriyê Tirk û 22 çete.

 

 

Çalakiyên hêzên QSD û Koalîsyona Navneteweyî 

Hejmara operasyona; 113, di nav de 3 menawrayên leşkerî li gel Hevpeymaniya Navdewletî pêk hatin.

Hesekê û gundewarên wê: 43 operasyon, di nav de 8 operasyon derdora kampa Holê.

Herêmên Dêrazorê: 53 operasyon.

Reqa û gundewarên wê: 13 operasyon, yek ji wan operasyona Tebqayê.

Minbic: Operasyonek.

 

Di Operasyona Gurzê Gelan de, Girtîgeha Sînaa

3 hezar û 500 girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku hewldan ji girtîgehê birevin, bi komî hatin girtin û li wir neçar man ku teslîm bibin û avahiya ku tê de veşartibûn kete bin kontrolê.

Di şerê bi hêzên me re 386 terorîstên ku ji derve êrişî girtîgehê kirin hatin kuştin.

Hejmara şaneyên DAIŞ’ê yên ku hatin girtin

Hejmara kesên ku di operasyonên cuda de hatin girtin, gihişte 267 terorîst (di navbera serkirde, endam û hevkar de).

 

Hejmara kuştiyên DAIŞ`ê di operasyonan de

387 terorîst hatin kuştin ku 375 terorîst ji derve di pevçûnên bi hêzên me re û 12 terorîstên din jî di çarçoveya operasyonên cuda de ji derve ve êriş birin ser girtîgeha Sînaa.

Hejmara operasyonên terorî yên DAIŞ’ê di nav de (êrişên xwekujî, teqemenî, tehdîtkirina sivîlan): 176.

 

178 şervanên QSD şehîd bûne

Li ser vê bingehê 178 şervanên me bi fedekariyeke mezin li ber planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê bûn asteng û gihiştin asta şehadetê, ji wan 95 di berxwedana li dijî êrişên dagirkeriya Tirk de, 69 li dijî şaneyên DAIŞê, 14 şehîd di encama nexweşî û qezayên tirafîkê de şehîd bûn.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.