
- Pirtûka bibîranînan a şehîd Şûkrî Serhed a bi zaravayê Soranî derket. Pirtûk wê îro di çilê Şehîd Şûkrî de were belavkirin.
Pirtûka bibîranînan a şehîd Şûkrî Serhed a bi zaravayê Soranî derket. Pirtûk wê îro di çilê Şehîd Şûkrî de were belavkirin.
Pirtûka şehîd Şûkrî Serhed (Yasîn Bulut) a bibîranînan bi Soranî derket. Di pirtûkê de gelek bibîranînên şehîd Şûkrî yên têkoşîna 43 salan cih digirin.
Pirtûk ji 202 rûpelan pêk tê, û nivîskar, rojnamevan Hesen Cûdî kitêb bi navê, “Şoreşgerê Apoyî Şûkrî Serhed di lûtkeyê de jiya û têkoşiya” nivîsand.
Di nava pirtûkê de ku di heman demê de bi kedeke kolektîv amadekirî de ji derveyî bîranînên şehîd Şûkrî, nivîsên piştî şehîdxistina wî jî cih digirin.
Pirtûk îro li merasîma girseyî ya şehîd Şûkrî Serhed û şehîd Roheyv Ronahî wî were belavkirin.
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê Şehîd Şûkrî Serhed di 17’ê Îlona 2021’ê de li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate şehîdkirin û heta niha jî asayîşa Silêmaniyê kujer negirtiye û ceza nekiriye.
SILÊMANÎ















