Bibîranîna min a dawî a Batmanê

Nûçeyên Forum

Çarşem 24 Sibat 2021 - 00:28

LUQMAN GULDIVÊ

Rojeke ji bo Nisêbînê têra xwe sar bû, 22´ê Sibata sala 1992´yan. Ez garaja minîbusan a hingê li nêzî postexaneyê li minîbusa Batmanê siwar bûm. Di rêya serê avê re me berê xwe da Midyadê. Çilo em ji Serêavê bihurîn hilkişiyan bi çiyê de, berf li erdê bû. Beriya minîbus bikeve Midyadê, piştî ku ji Kerşafê bihurî, li dehma ku li aliyê rastê hepsa Midyadê ji dûrve xuya dike, eskeran minîbus sekinand. Berf li kabokê bû, ez hê "zaro" dihatim hesêbê. Jin û zarok li aliyekî, mêr li aliyê din. Ez li nav jinan bûm. Piştî heqaretan û kontrola nasnameyan, li ser fermana eskeran em bêyî ku bisekinin di Midyadê re bihurîn. Li çerxerêya ku rêya ji Êstilê digihîje Midyadê û rêya ber bi Batmanê ve diçe, digihin hev, eskeran bi qundaxên tivingan li xelkê dixist. Wan çendek zilam deverû li ser berfê gêr kiribûn. Dîmenên dagirkeriyê…

Lê berê me li Batmanê bû… Min hingê hîna nedizanî, lê dayika min dixwest cara dawî xatirê xwe ji dê û bavê xwe bixwaze. Yanî em ê du rojan bimana û vegeriyana. Em çûn, dayika min dê û bavê xwe dîtin, ji min xef, têra xwe jî giriyabû. Min ji çavên wê yê sorbûyî tê derdixist. Em ê vegeriyana, li termînala ku îro bûye garaja minîbusan, em sibehî zû li minîbusa Nisêbînê siwar bûn, lê hîna em nû ji Heskîfê bihurîn, ji ber berfê em vegeriyan Batmanê. Vê carê dayika min xwe li mala mixaletiya xwe girt, nêzî sûka hingê. Sibeha 24´ê Sibatê -xwedê dizane eynî roj bû-, kurê mezin ê mixaltiya diya min, Brahîm Xelîl ji bo nan bikire derketibû derve. Di vegerê de helkehelk pê ketibû. Tirsê helkehelk pê xistibû, hevalê wî hatibû kuştin. 

"Cengiz kuştibûn", lê tirsa mirinê girtibû Brahîm Xelîl. Hêdî hêdî ber diketim, Cengiz Altun hatibû şehîdkirin. Rojnamevanê Yenî Ulkeyê. Her hefte, niha roja wê nayê bîra min, ji destpêka 1991´ê ve erebeyeke "toros" sed nusxeyên wê dianîn dortyola (navê deverê wisa bû) Nisêbînê. Yek ji wan sed nusxeya her hefte ya min bû, ku carekê diduyan para min nediket, ez gelekî li ber xwe diketim. Deverên din nizanim, lê Nisêbîniyan ew rojname li hev dihilanî. 

Cengiz Altun di hejmara 2´yê Sibatê de li ser kontragerîlaya Tirk nûçe nivîsandibû û gef lê dihatin xwarin. Nûçeya wî behsa têkiliyên Hizbullah û dewleta Tirk jî dikir. Heman kontragerîla - tevî wê hêza qatil a xelkê navê hizbul-kontra lê dikir - bi çar kesan sibeha 24´ê Sibatê bi nemerdane 5 gule berdabûn bedana Cengiz Altun. Ew li ser rê bû, diçû karê xwe. 

Heman rojê bû xebera şehîdkirina wî geriya, zû geriya. Ji hawîrdora Batmanê nexasim ji gundan bi hezaran kes hatin bajêr. Dîtira rojê 25´ê Sibatê, ji bajêr jî bi hezaran mirovî kirasê tirsê qetand. Meşa herî mezin a girseyî ya heta hingê, ji bo veşartina cenazeyê Cengiz Altun çêbû. Brahim Xelîl tirsa li ser xwe avêtibû, çûbû nav hevalên xwe yên di nava meşê de. Min jî piçûkê wî, yê îro ne sax, bi zorê bir meşê. 

Cara yekê bû ku Batmaniyan bi dengekî ew qasî xurt, digot, em ji tirsê qehîmtir in. Em di sikake ji yên din ferehtir re bihurîn, herdu aliyên wê dikan bûn. Xwedê dizane sikake welê bû, xelkê dizanî alîgirên dewletê û hizbulkontrayê lê ne. Li wir bi hezaran kesî dengê xwe bilindtir kir, qeda li bêbextiya nemerdane ya dijminên Kurdistanê anîn.

Min nedizanî, cara dawî bû min ê Batman di saxiya kalikê xwe de bidîta, dîmenê li ber çavê min ê goristanê ye; ew cihê ku lê, min ji dûr ve dengekî fetisî dibihîsî. Dengekî festisî sûnd dixwar ku ew ê ji ya xwe neyên xwarê û dengekî bilind ê xelkê jî pê re: "Şehîd namirin." Paşê min ê ji Yeni Ulkeyê bixwenda ku navê wê goristanê bi Tirkî Karşiyaka ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.