Tajdînê kulek

Nûçeyên Forum

Pêncşem 28 Adar 2024 - 00:16

  • Wijdan tiştekî mirovî ye. Wijdan û dil ji holê rake mirovahî namîne. Lewre wijdan hem frên û hem jî dîreksiyonê mirovan e. Bêyî wijdan mirov qalikekî vala ye. Îca em ê du çîrokan parve bikin. Dem û dewran cuda ne lê zixtika wijdanê heman e.

OSMAN KAPAN

Tajdînê kulek hin ji êvarî ve haziriya xwe ya nêçirê kiribû. Li tîr û kevanê xwe baş venêrî. Xwarin û pê xwarin xiste tûrikê xwe. Dê sibê zû biçûya dora çêm nêçîra xezalan. Tajdînê kulek nêçîrvanekî jêhatî û zîrek bû. Ti carî destevala venedigeriya malê. Tîra wî ti carî hedef bernedida. Ji ber wê jê re digotin: “Mîrê nêçîrvanan.“ Tajdîn rojekê li nêçîrê tîr li xezalekê dixe, dema kêra xwe datîne ser stûyê wê ku jêbike, xezal bi şideh xwe dihejîne, Tajdîn ji latê werdibe jêr, lingê wî dişke. Paşê lingê wî cebirandin. Lê ji ber ku lingê wî xwar cebirî bû, di kuliya. Lewma navê wî bûbû; Tajdînê kulek. Navê wî û kulekiya wî bûbû yek, lewra heta negotibana; Tajdînê kulek kesî ew nasnedikir. Ligel wê jî kulekiyê dilê wî ji nêçîrê sar nekiribû.

Tajdînê kulek, piştî haziriya xwe kir zû raket, da sibê zû rabe. Tembîh li kebaniya xwe jî kir da ku di xew de nemîne. Ji xwe ji ber xure xure Tajdîn hevjina wî nikarîbû rakeve. Loma tim çav li xew bû. Çawa Tajdînê kulek xwe dirêj kir hema xurînî pê ket. Welê dixuriya kujîlekên xanî dihejiyan! Lê îşev car caran dikire qêrîn û dinalî.  

Tajdînê kulek, sibê zû xwe berda qeraxê çêm, li şopa xezala nerî, li gorî şopan keriyekî xezalan hîn nû ji keviya çem veqetiyabû. Bi lez da pey şopa wan, li pala gir ew dîtin. Hêdîka bi çarlepka bê deng ber bi wan ve xwe xijiqand. Kahrxezalekî xwe dabû serê latê, te digot qey zîq li Tajdînê kulek dinêre. Tajdînê kulek nîşan lê girt, tîr li kevanê şidand, kir ku berde, ew kahrxezal kete şiklê kurê wî Zibêr de. Hêdîka tîr li kevan sist kir. Çav kuskusand ne kur, kahrxezal dît li pêşberî xwe. Dîsa tîr û kevan şidand, kahrxezal ji latê pekande jêr. Dema pekî jêr dengê; “ay bavo!“ xwe li guhê Tajdînê Kulek pêça. Bi wî dengî Tajdîn behitî. Li kahrxezalê nihêrî, Çi bibîne? Tîr ne li kahrxezalê, li ser dilê kurê wî Zibêr ketibû. Bi şid kire qîr, hevjina wî şaş bû, got; “Kuro, tu dînbûyî, ev çi qarîn e û çiye Zibêr Zibêra te?“

Tajdîn wekî dîna lê hatibû. Dixwest biaxive lê ziman lê negeriya. Hema li dora xwe dinêrî. Dilê wî bi şideh lê dida, fam kiribû ku xwen dîtiye. Lê ji tirsa hîn jî ziman lê nedigeriya. Hevsera wî çi digot bersiv nedidayê, hema welê sewesî li dora xwe dinerî. Zibêr raketî bû. Çû qderekê temaşe kir, lihêf li ser rakir nerî ku xwîn jê nayê. Hino hino bi ser xwe ve hat. Ji serî, heya binî xewna xwe ji hevsera xwe re got. Hevsera wî got: “Xwedê xêr bike, bi ya min bike sibê neçe nêçîrê. Belkî neçâna te ji çuyîna te bi xêrtir be.“ Tajdînê Kulek, hinekî fikirî, biryara xwe dabû, ku çi bibûya jî dê biçuya. Got: “Na wele çi dibe, bila bibe ezê biçim. Heya niha bi hezaran xewn dîtine, yeke tenê jî rast derneketiye.“  Wekî ku tiştek nebuyî dîsa xwe dirêj kir. Bi dirêjkirinê re xwir pê ket û kujîlekên xanî dîsa hejiyan. 

Tajdînê Kulek wekî her car di dema xwe de rabû. Tîr û kevan avêtin pişta xwe, tûrikê nan da mil û berê xwe da cihê nêçîrê. Hîn rojê nehilatibû, şeveqa sibê hinekî ronî dabû xwezayê. Li qeraxê çem kemîn danî. Di vê demê de xezal dihatin ser çem av vedixwarin. Bi tîrêjên rojê re keriyekî xwe ber bi çem de berda. Lê hîn negihiştî çem sekinîn. Wekî pêjna tiştekî kiribin guh belik kirin. Qederekê welê man, nehatin ser avê, bi şûn ve vegeriyan. Mak û kahra xwe li paş bûn. Tajdîn nîşan girt û kevan şidand, bi berdana tîrê re kahrxezal li erdê dirêj bû. Mak lê vegeriya, li dorê çû û hat. Orîneke ecêp jê hat û li erdê ket. Tajdîn matmayî ma. Heta niha tiştekî welê nedîtibû. Tîr li kahrxezalê ket, mak bê tîr li erdê ketibû! Dema Tajdîn çû ser laşê wan, her du jî bê giyan li erdê dirêj kirî bûn. Tîr li dilê kahrxezalê ketibû, li makê meyzand ti derb lê nebûn. Lê ew jî miribû. Tajdîn, mereq kir nava makê qelaşt, nerî ku nava wê tije xwîn e. Ewqas xwîn ji ku hatibû? Baş nerî dît ku va dilê wê çiriyaye! Xewna wî ya êvarî hate bîrê. Dema ku xewn dîtibû û ji xewê veciniqîbû,  dilê wî wekî kurika hedada lêxistibû û bêhna wî çikiyabû. Hindik mabû ku bifetisiya. Fam kir ku dilê makê jî, ji ber êşa kahrxezalê bûye du qet. Kahrxezal li ber çavên wî bûbû Zibêr…Rabû ser xwe berê xwe da xezala û meşiya. Dilê Tajdînê Kulek dîsa wekî kurika hedada lêdixist û xwîdanê di laşê wî re diavêt. Hin deng dihatin guhê wî, bes tiştek fam nedikir…      

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.