Hejmara 14’an a ‘Folklora Me’ derket

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Nîsan 2024 - 00:33

Kovara bi navê “Folklora Me” ku bi folklora Kurdî dadikeve bi hejmara xwe ya 14'an li pêşberî folklorhezan e.

Kovara Folklora Me hejmara xwe ya Adar, Nîsan û Gulana 2024'an pêşkêşî xwendevanan kir. Di kovarê de didu jê bi kirmanckî (Zazakî), 19 nivîs hatine weşandin.

Ji nivîsên kovarê Mirad Xezala li ser Saziya Pargînê ya Rojavayê nivîsek amade kiriye. Pargîn ku li ser çandê xebatên serketî dike, bûye mijara nivîsê. Celîlê Celîl ku li ser folklorê xebatê dike li ser "Beyta Şêx Şehabedîn" nivîsiye.

Melahat Uluç Akinci, Firat Keklîk, Rojda Ozkan, Cemîl Şêlazî, Asmîn Ûyanik, Helbest Çetîn, Evîndar Şevîn, Mihemed Selîm Selîmxan, Yakûp Taşçî, Oktay Altûn, Mîr Mûhargînî, Xecê Bîşeng, Farûq Çetînkaplan, Hevrîn Hespistan, Şeyma Orhan, Eşref Keydanî û Akîf Kaplan bi nivîsên xwe ked dane kovarê.

Ji bo têkilî:

folklorame@gmail.com

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.