Were jibîrkirin nabe dîrok

Nûçeyên Forum

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 00:25

  • Dawiya dawiyê, dema ku bê jibîrkirin nabe dîrok. Ji bo bibe dîrok, divê were gotin û neyê jibîrkirin. Ji destpêka dîrokê û heta niha, mirovan bi awayên cur bi cur çîroka xwe gotiye. Çi bi şêweyê rîtûelan, çi bi devkî û çi jî bi nivîskî, çîrok hatine gotin û qeydkirin. Bi vî şiklî çîrok gihîştine siberojê.

M.EMÎN ÎSÎ

Li cihê ku roj diçû ava sekinî û pirsî Siwar;

‘Mala hevalê min li ku derê ye?’

Ezman piçekî rawest.

Wî tîrêja xwe ya ronahiyê ya demkî  

Diyariyê tarîtiya axê kir û got;

‘Hêj tu negihiştiye darê,

Ji xewna xweda kesktir.

Kolanek heye ku şaxên rez daketine ser wê.'

Ku li wir, evîn bi qasî mûyên dilsoziyê şîn in.

Heta dawiya kolana kamilbûnê li pişt xwe nenêre. 

Pişt re ber bi kulîlka tenêtiyê ve berê xwe biguherîne.

Gava hêj ji gulê re du gav ma bin,

Di şirşirika nemirinê ya axa mîtolojîk de tu yê bisekinî.

Li wir tirsek zelal wê bi te bigire.

 Ji herikîna ezman ya ji dil, tu yê xişîniyekê bibihîzî. 

Tu yê zarokekî bibînî,

Li ser dareke bilind a qaçê, ji hêlîna ronahiyê çêlikan berhev dike.

Ji wî bipirse;

‘Mala hevalê min li ku derê ye?’

Sohrab Sepehrî

Willa Cather derheqê gotina çîrokan de dibêje, “Dema tu lê binihêrî, çîrok hemû yên mirovan in. Tenê çend heb ji hev cuda ne û ev çîrok bi hezarê salan wekî cara yekem werin gotin, her xwe dubare dikin.” 

Mirov vedibêje; roja ku mirovekî ji mirovê li hemberî xwe re çîrok gotiye, wê demê bingehê çandê û dîrokê hatiye danîn. Dawiya dawiyê, dema ku bê jibîrkirin nabe dîrok. Ji bo bibe dîrok divê were gotin û neyê jibîrkirin. Ji destpêka dîrokê û heta niha, mirovan bi awayên cur bi cur çîroka xwe gotiye. Çi bi şêweyê rîtûelan, çi bi devkî û çi jî bi nivîskî, çîrok hatine gotin û qeydkirin. Bi vî şiklî çîrok gihîştine siberojê. Di dawiya sedsala 19’an de hunerê sînemayê bûye amûreke vegotinê ya bi bandor. Bi saya sînemayê êdî bi deng, dîmen, lîstikvanî û wekî din jî çîrok pirr xurttir tên gotin.

 

Em dixwazin li dinyayeke çawa bijîn?

Mirov li pêy maneyê digere, belkî jî bersiva pirsa ‘em dixwazin li dinyayek çawa bijîn?’ bi şiklê vegotina mirov diyar bibe. Sînemaya Kurd jî li pêy ve bersivê ye. Di warê vegotinê de tiştên nû tên ceribandin di sînemaya Kurd de. Yek ji wan jî filmê derhêner Rêger Azad ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ e. Gava Şitil Mezin Dibin, filmekî rêwîtiyê ye. Di filmî de temaşevan bi karekterên sereke Husên û keça wî Zelal re didin rê. Husên tenê ji bo mastê xwe bifiroşe diçe bajarê Kobanê. Di rê de temaşevan dibin şahidê guherîna bajarê Kobanê. Di destpêka filmî de Husên bi pêy hesabên pirr piçûk dikeve û ji ruhê komînalîteyê direve. Lê li deverekê komînalîte hatibe avakirin, wê demê ti kes nikare di nava wê de xwe veşêre. Husên û Zelal li zarokê bi navê Hamûdê rast tên, bi hev re li mala Hamûde digerin, di vir de esas maneya malê weke lêgerîna heqîqetê ye. Hamûdê wan ber bi rêyeke li xwe mikur hatinê ve dibe. Weke ku Sohrab  sepehrî jî di helbesta xwe de dibêje; ‘Mala hevalê min li ku derê ye?’ Kolan bi kolan di bajarê Kobanê de li mala Hamûdê digerin. Bi vê lêgerîna wan, em rewşa Kobanê dibînin. Komînên taxan, xweparastina gel, tekîliya mirov û axê, ruhê şoreşgerî û her wekî din.

 

Wechê Kobanê bûye nîşaneya şoreşê

Rênas Jiyan jî di helbesta xwe ya bi navê “Herba Kobanê” de dibêje;

Kobanê ez heyran im veneşêre nebêje serçavê min tarûmar e
ji wechê xwe bikişîne herdu destên xwe
ji wî rûyî bedewtir nîn e ku ji bo azadiyê êşiyabe
bindest im, min tu carî azadî nedîtiye bi çavên serê xwe
bihêle berî ku ez bimirim carekê bibînim rûyê te’

Em jî wechê bajarê Kobanê dibînin bi saya filmî. Ew wechê ku ji bo azadiyê êşiyaye, ew wechê ku ji bo me hemû kurdan bûye nîşaneya şoreşê.  Wek ku di helbesta Sohrab de derbas dibe ew zarokê li ser dareke bilind ya çamê, ji hêlîna ronahiyê çêlikan berhev dike, hêviya siberojê di dilê me de bi cih dikin. Ew zarok hêviya azadiyê, jiyaneke nû avakirinê nîşanê me didin. Ma ji xwe modernîteya demokratîk jî ji bo mirovahiyê tê maneya dilpakbûn û xwedîderketina li hev. Ev film bi çîroka xwe şitlên modernîteya demokratîk nîşanî me dide. 

Li gel kêmasiyan jî filmekî serketî ye

Film her çiqasî ji aliyê afirandina karekter û honandina çîrokê ve di asteke baş de be jî, ji aliyê lîstikvanî û teknîkê ve xwediyê kêmasiyan e. Pirrî caran ji ber qelsbûna lîstikvaniyê, nikare temaşevanên xwe têxe atmosfera çîrokê. Çîroka filmî di rojekê de dibihure û divê dema çîrokê jî bi wî awayî bihata sazkirin. Lê car caran di destpêka filmî de, yanî li gorî çîrokê divê ronahiya berî nîvro be; lê em dibînin dîmenên filmî di ronahiya berêvarê de hatine girtin. Ev kêmasiyên filmî jî me ji atmosfera filmî derdixin. Bikaranîna kamerayê û derbasbûna navberên sahneyan, mixabin qels mane. Filmekî bi vî rengî xwediyê çîrokeke resteqînî divê kamera bibe çavên temaşevan û bi wî şiklî tevbigeriya. Di hin cihan de pirsgirêka deng heye, mirov baş tênagihîje ka karekter çi dibêjin. Xala din jî dengê atmosferê kêm maye. Bi ya min ev kêmasî kêmtir bana, wê demê dê çîrokê jî wê baştir xwe bi temaşevan bidaya hîskirin.

Lê li gel van kêmasiyan hemûyan jî ez dikarim bibêjim, filmekî serketî ye. Senaryoya filmî ji aliyê sê kesan ve hatiye nivîsandin û film xwe bi her awayî diyar dike ku xebateke komînal e. Bi ya min Rêger Azad û kedkarên filmî hemû bi vî filmî bersiva pirsa ‘em dixwazin li dinyayeke çawa bijîn?’ dane.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.