Temenê ‘roja wan’ li bajarê Parîsê mexlûb nabe

Nûçeyên Forum

Çarşem 10 Çile 2024 - 03:25

ENES YILDIZ

Hibrê birijîne ser deftera mirinê da ku neviyên te têk neçin. Di şeran de û di despêka şaristaniyê de şara xwe girê didin û şer belave ye. Ji wê rojê ve li ser kevirên şaristaniyê û li ser keleha şar bajaran; dengê sê jinên kurd li ber pêrgîna rojê ye. Hinek hezîn berhev ke, li nava kolanên Parîsê, hinek hêrsê û hinek kederê bide hev. 

Diêşiyan, ew revdeyên ku li Mezopotamya difirrîn û dengê ku ji rojhilat ve bang dike. Ew dem, ew zemanên kevin û ew şaristaniya tehl û bi êş hat û sekinî, li  ber hebûnê. Hinek hibrê dirijînin, di deryayê de. Di deryayê de radigihînin dewsa xwe ya emsal, ya bêdawî. Yên hatin û yên çûn, di destên wan de cîhaneke berfînan, û ew bedewîyê, qenciyê, kelama ronahiyê dadimezirînin.

Hibra pênûsê, di bedewiyê de 'kelama esman' digihinîn, utopyayên xwe. Ew êdî bi milyonan yek revde ne. Piştî sêdareyekê dengek û rêwîtiyek hat damezirandin. Rêya ku bi milyonan Kurdan di artêşa çiyayan de dide cem xwe. Duaya avê xwendin, bi duaya bedewiya gerdûnê şad dibin, di neqeba du çiya û, Dîcle û Firatê de. 

Di her serhildanê de neviyên te mexlûb nabin. Di nîvenga Parîsê de doza Kurdan hiş nabe. Doza Sarayan, Fîdanan û Leylayan di rûyê kevirekî de, di ava darekî de, 

Ti çol û beyaban hew dikarin xwe kerr û lal bikin û di ti Çileyên tûj de û di nav her çiyayî de û her gerîlayê nû pênûsê li ser kaxizê xêz dike û digerîne. Hinek rika zemanan e

Roj: Di temenê xwe de dirêj, di ber qedera xwe de îsyankar in û gava lexebên hespan datînin û gava êvara çiyayan ketibe, bi ser deştê ve. Siwarên ku di artêşa xwedavendan de vedigeriyan û gava bajaran, çiyayan, bi lez û bez dibin jor û Kurdan di doza xwe de hewirandin û kevirên kelaman, ji wê rojê ve dihewirînin . 

Textê wan, rojnivîsên wan, ruhê wan, xeyala wan di serpêhatiya tavê de mexlûb nabin. Yên ketibin pey doza Sarayan, yên ku bi jinûvebûnaxwe dabin ser rêyan, yên derdikevin, sirr û bayên seferên dûr, bi sed hezaran in…

Ruhê zemanan hemiyan e yê ku dengê wan di vê qirnê de olaneke kûr dide me. Hinek jî di bin êşên zemanan hemiyan de îmzeyên jinên Kurdan in yên ku ji bo serketina xwezayê bi rê ketine û di nîvenga vê cîhanê de dewa doza xwe kirine.

Ber û dar hiş nabin. kuştin, mirin, şer hiş nabin.

Di vê dozê de ne li esmanekî bêdeng bigerin, ne li şeveke kerr, 

Lêborîn be lêborîneke mukerrer naxwazin di vê dozê de

Rûyê Kurdan li ber çiyayekî, li ber bircekî, û li ber kolanekê ye ku milyon car in 'ronahiyek' di tarîyeke kor de hat damezirandin. Ti zinar, ti çiya, ti bajarên Kurdan mexlûb nabin. Zarok bila derkevin, li bêderfetiyê bigerin. Rojhilat li kû ye, li pişt kîjan çiyayî berf dihele.

Kulîlk, qurnefîl, berfîn û bêhna nergîzên Adarê jî di her şar bajar û kolanê de ya ku xwedayên sucdar lê dimînîn û hew mexlûb dibin, şîn dibin

Piştî Parîsê, ne yek û ne du…

Kurd ne li ser şevê re 

Ne di bin tavê de 

Ji dara maziyê, ji berfê, ji baranê, ji her warekî jiyanê re ne mexlûb in. Di başiyê de, di ronahiya kor de jî şopa wan, dengê wan û strana wan ya ji çiyayên Toros û Zagrosan ku dest pê kiriye, ne mexlûb in. Milyon car in, di nav kolanên Parîsê de sê deng diqîrin. Gava doz û dewa sê jinên Kurd tê kirin, bila wisa bê gotin….

Va! min sê gotin anîn gel hev. Ewrên belawela dan ber xwe.  Di şer û qêrîna wan de û di olana wan de ti kûlîlkên çiyayayan mexlûb nînin.

Di her esrê de zîn ji hev girtine. Kîjan rengê tarî tê bîra me bila bê bîra me. Ji kîjan kevirî re gotinên ku me ji bîr kiribin jî heger hebin û heger mabin. Straneke me di her pişt çiyayê xwe de. 

Dêmên ku jineke çiyayî nepeniya zayînan hemiyan, li gel xwe hilgirtiye û aniye. Bi xêr û bereketa Toros û Zagrosan, di kolanên xapînok yên derewîn de wiha dibêjin: 

Êdî bizanin tiştek di bêdawîbuna şevê de ne mexlûb e. Ne li kolaneke Parîsê, ne li Dêrsimê û ne jî li paytextên ku hezar caran bi yek dengî dengê azadiyê vedidin. Gava li ser her bircekê çûk bi revdeyên xwe difirrin, gava zeman di terka kavilên Kurdistanê de be. 

Dêmên ku we pê 'ba' berhev kir. Dêmên ku we di 'sirra sibê' de roja xwe damezirand. Dema we 'strana xwe' got. Dema we 'duaya' zemanan hemiyan xwend. Dema we dewa xwe kir. 

Û di wî çaxî de zeman hemî wê bên damezirandin.

Bi te re hinekî dişibin xwe. Miradê Kurdan, miradê milyonan ketine ser rêya xwe.

Niha! kî ba kom dike. Kî bi tavê re dibişire û kî wê sibê bide hev. Kî toza mayî, dengê kûr, artêşa xwe, sibeha xwe, doza xwe, rêya xwe ya hevdem dide. Yên didin derî, yên stranekê aş dikin, yên bi ala çiyayan, didin rê. Sola wan, pênûsa wan, xewna wan, tivinga wan, di çiyê de.

Duaya zayînekê hat kirin. Êdî duaya avê tê kirin. Duaya ku ne av ne çem û ne jî ti çiyayê bilind ku şopa şopdaran wenda nake, tê kirin. Ji niha û pê ve, ew Kurd in ku dostên wan, hevrêyên wan, bayek-î sar e û diqîre, di newalekê de.

Dengê wan, diqîre, di kolaneke Parîsê de...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.