Hevpariya kêliyeke jiyanê ya bi Sara re

Nûçeyên Nurhaq GULBAHAR

Duşem 6 Çile 2025 - 07:00

  • Ev bi roja ye di dil û mêjiyê xwe de dimeyînim da ku bikaribim Sara binivîsim. Her cara ku dibêjim; ‘Başe, ezê bi vê hevokê destpêbikim û bi vî hawî berdewam bikim.’ Lê her cara jî hemû peyv û hevok weke pelên demsala payîzê ji darên xwe diweşin û diçilmisîn. Ji ber ku hêza min a peyv û hevokan têra heqîqeta Sara nakin.

Ev bi roja ye di dil û mêjiyê xwe de dimeyînim da ku bikaribim Sara binivîsim. Her cara ku dibêjim; ‘Başe, ezê bi vê hevokê destpêbikim û bi vî hawî berdewam bikim.’ Lê her cara jî hemû peyv û hevok weke pelên demsala payîzê ji darên xwe diweşin û diçilmisîn. Ji ber ku hêza min a peyv û hevokan têra heqîqeta Sara nakin. 

Lê min divê binivîsim wê çîroka xwe ya bi Sara re. Ji ber ku hin mirov hene, nas bikî an nekî lê di jiyana mirov de xwedî çîrokeke esasî ne. Ji ber wê baweriya min ewe ku piştî 9ê çileya sala 2013 û şun ve ji bo her kesekî/ê çîrokeke xwe ya Sara heye. Min jî divê binivîsim çîroka xwe ya Sara da ku perçeyek ji heqîqeta wê tenê bi min re nemine. 

Sala 1996, li Kurdistanê, li ser Girê Bihar Heval Sara, Heval Evîndar û ez, em bi armanca naskirina derdora xwe piştî nîvroyekê derketin. Em daketin Gundê Filla, li wir me hinek bêhn veda. Piştre me careke din da ser rê. Ji şiverêyekê derketin Gêdûka Amediyê. Dema ku em gihiştîn gêdûka Amediyê, em her sê jî ji nişkave sekinîn. Di wê gêdûkê de bajarê Amediyê weke tabloyeke efsûnî û çîrokane derkete pêşberî me. Li ser çiyayekî bilind bû Amediyê û tenê rêyek xwe li derdora çiya alandibû. Avahiyên bajêr ewqas birêkûpêk û piraniya xwe bi rengî spî boyaxkirî bûn. Em li wê gêdûkê qederek rûniştin da ku vê bedewiya Kurdistanê dawerwînin hinavê xwe. Piştre me careke din berê xwe da şiverêya xwe ya ser destê rast ya aliyê Metînayê ve meşiyan. Heval Sara li pêş bû, heval Evîndar li navîn û ez ya dawiyê bûm. Marekî gewr û têra xwe qirase li ser rêya me bû. Em her sê jî bi dîtina mar veceniqîn lê ne mar êrîşê me kir û ne jî me zerarek da mar. Piştî qederekê me li ser rêya xwe zomeke koçeran dît. Çend reşmal vedabûn. Jinek derket ji bin konê xwe û bi aliyê me ve hat. Heval Sara bi dengekî zelal û hezkirin ber bi jinê ve çû û ew hemêz kir. Destê xwe avêt ser milê wê û berdewam kir axaftina xwe. Jinê me vexwend bin kon û çay û penîr û mastê ku bidestê xwe meyandibû û nanê ku bi destê xwe pahtibû da ber me. Li wan zozanan tahma herî xweş li pêşberî me bû. Piştî wê em rabûn, me xatir xwest û dîsa bi rêya xwe de çûn. Qederek şun de li aliyê Batûfa me dît ku tankên dewleta Tirk baregeha xwe çêdikin û bi armanca agahî dayîna vê yekê em vegeriyan Girê Bihar.

Sal derbas bûn, gelek tişt qewimîn. Heval Sara û her dû hewrêyên xwe şehîd bibûn. Min jî salek piştî wê şehîd Hêlîn Murad dît. Hêlîn şopdareke dilsoz a Sara bû û bi taybetî heqîqeta dîroka jinê di kurikê xwe yê bêbinî de dida hev. DEma bihîst ku ez Heval Sara nas dikim da ber pirsan da ku çîroka min a Sara bizanibe. Vê serpêhatiyê û gelek serpêhatiyên din min jê re vegot. Di dawiyê de wê jî berdewamiya vê çîroka jorê ji min re ragihand. 

Ji zarê Heval Hêlîn; 

Piştî şehadeta her sê hevalan min da ser şopa Hevala Sara, bê li ku maye, çi kiriye, çawa kiriye û hwd. Gotin ku demekê li boluka xweser, weke berpirsê perwerdeyê li Girê Bihar maye. Ez jî demekê li wir mam. Rojekê li ser rêya Metîna em çûn zomekê. Jin, zarok û mêr li derdora me kom bibûn. DEma ku me xatir xwest, jinek ji komê dûr ket û hate ba me. Got; ‘heval, ez zaf ber wê hevala por sor ketim. Min wê nas dikir, carekê ew û du hevalên xwe hatin zoma me û li bin kon em qederek axivîn.’ Ez pir kelecanî bûm. Min her tiştî jê pirsî da ku bizanibim çîroka Saraya li gel wê çiye. Herî dawî min jê pirsî; ‘20 sal di ser wê dîtinê de derbas bûye, te çawa jibîr nekiriye?’ Got; ‘ Cara ewil dema ku me hev dît, rûxmî ku me hev nas nedikir lê wê jinê wisa ji dil, wisa germ û bi hezkirin min hemêz kir, ez bi xwe jî ecêpmayî mam. Ji ber ku di tevahî temenê min de kesekî wisa bi germahî û ji dil min hemêz nekir. Tenê wê jinê. Her di bîra min de bû, ji ber wê dema ku min di televîzyonan de dît yekser wê nas kir û weke keseke herî nêzî min, min şîna wê girt.’ 

Bi vî hawî bû Saraya li gel min. Xwe ji ariya xwe ava kiribû û germahiya wê arê têra tevahî her kesekê dikir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.