Rûyê şoreşa jinê ya herdem

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 9 Çile 2024 - 02:30

Hêza çîrokbêjiyê ne her gav rasterast lê bi awayên cuda bandorê li mirovan dike. Çîrokbêjî bêguman xwedan hêz û bandora biryarên siyasî, qanûnî yan jî aborî nîne, lê di demên dirêj de ew pir girîng e, ji ber ku ew pergala nirxê ya ku civak li ser bingehê wê hatiye avakirin, nîşan dide û dikare veguherîne. Ev yek bi taybetî ji bo zarokan girîng e, ji ber ku dîtina wan a cîhanê, di nav tiştên din de bi çîrokên ku ew li wan guhdarî dikin û dixwînin, çêdibe. Gava ku ew karakterekî nas dikin, astengiyên ku karakter pê re rû bi rû dimînin, dinirxînin. Çîrok teşwîq dike bipêşketina pejirandin û empatiyê û her weha hişmendî û têgihîştinê jî. Pêwîst e di cîvaka kurd de her dê û bav çîrok û serpêhatîyên lehengên xwe nas bike û ji zarokên xwe re vebêje. Ji ber tiştên ku em vebêjin, wê paşeroja wî nifşî dîyar bike.

Têgeha "demokrasî" di van deman de pirr populer bû. Her kesî bi qasî ku ji destê wê/wî dihat ew bi kar dianî. Yek ji wan welatan jî Fransa bû.  Di 9’ê Çileyê 2013’an de Kolana La Fayette ya Parîsê bi girseya rojnamevan û welatiyên bi heyecan tijî bû. Nûçeya qetilkirina hovane ya sê jinên Kurd ên li ofîsa Navenda Agahdarkirinê ya Kurdistanê di cih de li medyaya cîhanê belav bû. Raya giştî ya hêrsbûyî ji bo bûyerê îzahat xwest. Weşanên cûrbecûr, ku raza bûyeran vedibêjin, bûyera ku qewimî, belav kirin. Ajansa antî-terorê û ekîbên polêsên krîmînal ên ku ji bo lêkolînê rayedar in, diyar kirin ku "ew tu versiyonan ji holê ranakin." Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls, çû cihê sûc û bûyer weke "înfazeke eşkere" bi nav kir. Piştre jî rayedarên Fransayê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekî fermî eşkere kirin.

Ji bo gelê Kurd sedema komkujîyê zelal bû. Komkujî dewama komploya navneteweyî bû. Sala 1999 û 2013’an. Di encama komploya navneteweyî de dîlgirtina Rêber Apo, tecrîda girankirî li ser Rêber Apo, êrişên li ser Rojava, Şengal, gerîla, gel û komkujîya li Parîsê ji hev cuda nebûn. Hêzên komploger bi girtina Rêber Apo xwestin tekoşîna azadîyê tesfiye bikin, lê dema ku bi ser neketin dest bi komkujîya pêşeng û nirxên gelê Kurd kirin. Li her derê girtin, çewisandin, kuştin û bi taybetî jî jin bûn hedefa wan a yekemîn. Ji ber ku jinan pêşengîya meşa heqîqetê dikir, loma bûn hêrs û tirsa dagirker, faşist û zilimkaran. Heger her Kurd di wê heqîqetê bigihîje ku kuştina her jinê kuştina jiyan û komkujiya gelekî ye, Sakîne, Fîdan, Leyla, Evîn, Nagîhan û Rihan wê nemirin.

Belê, hevala nemir Sakîne Cansiz ango Sara. Jina leheng ku her jîyana wê şer û tekoşîn bû. Tekoşîna li hember hebûnê, li hember hişmendiya baviksalarî, li hember dagirkerî û zilmê û ya herî pîroz jî tekoşîna ji bo nasnameya jina azad bû. Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên tevgera azadîya Kurd e. Sembola berxwedana jinan a herî mezin e. Têkoşîna leheng a ronî, fedakar a li çiyayên Kurdistanê bi hezkirin û rêzdariya gelekî hat xelatkirin. Tekoşîna wê ya ji bo bipêşxistina siyaset, dîplomasî û mafên mirovan a Kurd, ji aliyê gelek saziyên giştî yên cîhanê ve hatine naskirin. Sakîne Cansiz bûye rûyê şoreşa jinê ya demên nû. Ji bo jinên Kurd semboleke nemir a azadiyê ye. Bi wê re serketina aktîvîzmê gihîşt asta herî bilind: çalakiyên jinên Kurd di nav derdorên berfireh ên civaka navneteweyî de navdar bûn. Sakîne Cansiz di destpêka avabûna yek ji tevgerên jinan ên herî mezin û bi bandor ên sedsala 20’an de cih girt.

Sakîne Cansiz di bîranîna gel de wê her dem weke jineke ku ji derfetên xwe derketiye, bimîne. Jineke ku di jiyana xwe de bû efsane. Jineke ku nifşên paşerojê wê esilzadebûna wê hîn bibin û wê weke mînak bibînin. Sakîne Cansiz bilindahiyên bêhempa bi dest xistin, lê sadebûn, nefsbiçûkî û daxwaza xwe ya parastina heqîqetê, ji dest neda. Bi hezaran dayikan navê wê li keçên xwe kir, bi hezaran şervanan da ser şopa wê. Lehenga mezin, şoreşger, şervan. Keça delal a Dêrsimê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.