Bi kampanyaya azadiyê re dibe yek

Sêşem 9 Çile 2024 - 02:45

  • PKK: Hesabpirsîna ji komkujiyên Parîsê wê bi kampanyaya azadiyê re bibe yek û têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya meseleya Kurd li her warî di xeta serketinê de bê meşandin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi boneya salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê daxuyaniyek weşand û got, "Ji damezrînerên partiya me hevrê Sakîne Cansiz (Sara) û milîtanên şoreşger hevrê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileyê 2013'an de li Parîsê ji aliyê endamê rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) Omer Guney ve hatin qetilkirin. 11 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn. Ji ber ku dewleta Fransayê komkujî ronî nekir û hesab ji berpirsyaran nexwest, heman hêzan 23’yê Kanûna 2022’yan û dîsa li Parîsê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî û welatparêzên hêja Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil qetil kirin."

Di dewamê de PKK'ê bal bire ser hewldanên sergirtina komkujiyê û got, “Beriya her tiştî tevî ku kujer û hêzên li pişt komkujiyê eşkere ne, dewleta Fransayê ya ku berpirsiyarên herdu komkujiyên Parîsê dadgeh nekirin û hewl da ser wan bigire, ji ber ku pêwîstiya edalet û hiqûqê ya demokratîk bi cih neanî, em wê bi tundî şermezar dikin. Dewleta Fransayê komkujî ronî nekiribe û hesab ji berpirsyaran nexwestibe jî weke tevger, gel û mirovahiya demokratîk, ev 11 sal in ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê û hesabpirsîna ji kujeran, em têdikoşin; li ser bingehê azadiya jinê û ekolojiya civakî em tevgera demokrasî û azadiyê li her qadê bi pêş ve dibin. Di sala 12'an de jî em ê têkoşîna xwe ya hesabpirsîna ji siyaset û mejiyê komkujiyê li her warî bi pêş ve bibin û di nava vê têkoşînê de xwedî li bibîranîna şehîdên xwe yên hêja derkevin."

Erdogan biryar da Fîdan pêk anî

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de îşaret bi van xusûsan jî hate kirin: "Her çend dewleta Fransayê hewl dide veşêre jî em û raya giştî ya demokratîk kujerên herdu komkujiyên Parîsê û hêzên li pişt wan baş nas dikin. Rêveberiya Tayyîp Erdogan biryara her du komkujiyan da û Hakan Fîdan jî ew bi cih anîn, ew hingê Musteşarê MÎT'ê bû. Jixwe, tetikkêşê komkujiya 9'ê Çileyê 2013´an Omer Guney jî gotibû, ew endamê MÎT'ê ye û fermana komkujiyê jî ji Musteşarê MÎT'ê wergirtiye. Her wiha piştî komkujiyê, daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û hevalên wî yên di çapemeniyê de ev rewş piştrast kiriye. Tevî ku bûyer ewqasî eşkere ye û 11 sal di ser re derbas bûne jî dewleta Fransayê rastî ji raya giştî re eşkere nekir û bûyer di çarçoveya hiqûqa demokratîk de ne bir dadgehê. Berevajî vê yekê, li ser bingehê mirin yan jî kuştina Omer Guney, tercîh kir ser bûyerê bigire. Divê dewleta Fransayê bêyî ku zêde dirêj bike, dest bi dadgehkirin û cezakirina sûcdaran bike. Divê guh bide banga edaletê ya bi deh hezaran kesî ya 6'ê Çileyê 2024´an li kolan û meydanên Parîsê hate kirin. 

Nabe ku komkujî jirêzê bê dîtin

PKK’ê di daxuyaniyê de îşaret bi sedemên komkujiyê kir û got, “Ev komkujî parçeyek ji êrişên mêtingerî û qirkirinê ye. Bi qest hedefgirtina yek ji damezrênerên partiya me hevrê Sakîne Cansiz, rastiya ku qetlîamên navbirî parçeyek in ji qirkirina Kurdan a ku sedsal in tê pêkanîn, bi awayekî eşkere radixe berçavan. Esas, hedefgirtina jinên şoreşger, êrişa li dijî xeta azadiya jinê û jiyana azad e. Li cihekî weke Parîsê li ber çavê her kesî pêkanîna komkujiyên bi vî rengî, tê wateya ji bo tevahiya mirovahiya demokratîk gef û êriş. Ji ber vê yekê, divê ev komkujî, ji rêzê û sivik neyên nirxandin û ji bo ronîkirina van komkujiyan bêyî derengmayînê, hesab bê xwestin.”

Heta edaleta şoreşgerî têkoşîn

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku di sala 12’an a komkujiyê de têkoşîn wê bi kampanyaya azadiyê re bibe yek û bê mezin kirin: “Heta edalet pêk were, ev têkoşîn wê bidome. Têkoşîn wê bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî re bibe yek û li her warî, li ser esasê xeta serketinê têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bide meşandin. Em careke din çalakiyên li dijî komkujiyên Parîsê hemûyan, bi taybetî çalakiyên li Parîs û Berlînê yên 6'ê Çile silav dikin û bang li gelê xwe û dostên xwe dikin da ku bi çalakiyên mezintir û afirîner pêdiviyên edaleta şoreşgerî di pratîkê de bi rengekî serketî bi cih bînin!"

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.