Fransa çi vedişêre?

Duşem 6 Çile 2025 - 03:15

  • Di ser Komkujiya Parîsê de 12 sal derbas bûn. Di vê komkujiyê de 3 jinên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. Tevî 12 sal derbas bû jî hîn kujer nehatine dîtin û di warê dosyayê de gavên berbiçav nehatin avêtin. 

Li navenda Parîsê, li Navenda Enformasyona Kurdistanê ya ku li herêman Strasbourg Saint Denisê bû, beriya 12 salan komkujiyeke giran hate kirin. Di 9'ê Çileya 2013'an de yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi sê fîşekên berdabûn serê wan, hatin qetilkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Manuel Valls çû cihê komkujiyê û got, "Ev yek bûyereke cidî ye û ji ber vê yekê ez li vir im." Manuel Valls bi dewamî got, "Ev bûyer nayê qebûlkirin. Lêpirsînê hînê nû destpê kiriye û di bin erka dozgeriyê de ye. Ji bo ronîkirina vê bûyera ku bi ti awayî nayê qebûlkirin, hemû yekîneyên me hatine seferberkirin."

Piştî 11 salan di Gulana 2024'an de François Hollande li kampusa Zanîngeha Bretagne Sud a li bajarê Lorientê di konferansa li ser parastina Ewropayê de ku 300 xwendekar amade bû, qebûl kir ku komkujî operasyoneke dewleta Tirk bû. Li ser pirsa xwendekarekî Kurd, Hollande anî ziman ku ji destwerdana dewleta Tirk wêdetir rewşek bû û got, "Ev rewşa gelekî cidî operasyoneke ku em baş nizanin bê kîjan qedemeya dewleta Tirk biryar li ser daye. Ji ber ku di qetilkirina Kurdeke ku li Fransayê xwedî kesayeteke xurt bû, eşkere ye ku destwerdana operatoran heye."

Hollande bi vê gotinê jî bal kişand ser yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz û got, "Ev yek bi rastî jî destwerdana dewleteke biyanî ye ku endamê NATO'yê ye û berendamê Yekîtiya Ewropayê ye."

Belgeyên ku bi şênberî berpirsyariya MÎT'ê ya di komkujiyê de radixin pêş çavan, di nava dosya lêpirsînê de hene. Di nava van de bi taybetî qeyda deng a ku qala plana sûîqestê dike û belgeyeke bi mohra 'veşartî' ya fermana sûîqestê daye û gotinên şahidan hene.

Di 12'ê Çileya 2014'an de qeydeke deng derkete holê ku tê de tetîkkêj Omer Guney û wezîfedarê MÎT'ê planên sûîqestê nîqaş dikirin. Ev hevdîtin di destpêka Cotmeha 2012'an de yanî çend meh beriya komkujiyê hatibû kirin.

14'ê Çileya 2014'an belgeyeke veşartî li medyayê hate belavkirin. Di belgeyê de Omer Guney weke 'Çavkanî' dihate pênasekirin. Di belgeyê de ku fermana sûîqestê hate dayin, li ser wê mohra rayedaryên MÎT'ê hebû.

Omer Guney di 17'ê Kanûna 2016'an de ku hingî 34 salî bû ji hişka ve li gel sirên xwe 'mir'. Mehek mabû ku doza li hemberî wî destpê bike. Diviyabû doz di meha Kanûnê de bihata destpêkirin, lê belê ji ber hin sedemê ku raya giştî pê nizanibû, destpêkirina dozê ji bo 23'ê Çileya 2017'an hate taloqkirin. Bi mirina bi guman a Omer Guney re doz di pratîkê de bi dawî bû.

Di nava belgeyên nû de yên hatin pêşkêşkirin, mikurhatinên du wezîfedarên MÎT'ê jî hebûn ku di 10'ê Çileya 2018'an de ji aliyê ANF'ê ve hatin weşandin. Ev wezîfedarên MÎT'ê di 4'ê Tebaxa 2017'an de di operasyoneke taybet a PKK'ê de hatibûn girtin. Yên ku hatin girtin berpirsyarê operasyonên derveyî welat ku yekîneya herî stratejîk a MÎT'ê ye Erhan Pekçetîn û serokê çavkaniyên mirovan Aydin Gunel bûn.

Bi van mikurhatinan re di belgeya veşartî ya ku 14'ê Çileya 2014'an eşkere bû, hate tespîtkirin ku nav û erka rayedarên MÎT'ê yên ku mohra xwe li binê wê belgeyê hebû bi vî rengî bûn:

Her wiha di dozeke li dadgehên Belçîkayê de komkujiya Parîsê careke din ketibû rojevê. Di dosya dozê de têkiliya navbera Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Fransayê Îsmaîl Hakki Mûsa û tîma ku li Brukselê amadekariya sûîqesta li dijî rêveberên siyasî yên Kurd dikirin, eşkere bûbû. Her wiha gumanên cidî hebû ku ev tîma sûîqestê di komkujiya li Parîse de xwedî rol bû.

Li gel van agahî û belgeyan, her wiha daxwaza edaletê ya gelê Kurd jî doz nehate vekirin. Di rewşa heyî de tenê dosyayeke heye ku ji nû ve hatiye vekirin, lê belê ew jî hatiye rawestandin. Hinceta wê jî 'sira dewletê' ye. Sîstema edaletê ya Fransayê rakirina nepenîtiya parastinê ya têkildarî guhdarîkirina li telefonê ya sîxurên Tirk ên li Fransayê bi cih bûne red dike, ku guman ji wan tê kirin pêwendiya wan bi Komkujiya Parîsê re heye.

Servîsa Îstîxbarata Navxweyî ya Fransayê (DGSI) îdîa dike ku ev agahî 'sira dewletê' ye. Mîna gelek kuştinên siyasî yên din ên li xaka Fransayê hatin kirin, ronîkirina vê komkujiyê jî ji aliyê mekanîzmayên siyasî ve tê astengkirin. Sîstema edaletê ku li hemberî çalakiyeke şermezarkirinê ya Kurdan yekser dozgerên antî-terorê dixe nava liv û tevgerê, ev êrîşa terorîstî bi 'têgihiştina nijadperestî' nirxand. Di bûyera sûîqestê ya 2022'yan de li gel ku bi zanebûn êrîş li ser Navenda Çanda Kurd hate kirin jî hate îdîakirin ku asta terorîstiyê ya êrîşê hîn nehatiye tespîtkirin. Civaka Kurd a Demokratîk a li Fransayê (CDK-F) û parêzerên malbatan dixwazin dozgerê antî terorê li vê dosyayê bê tayînkirin.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.