Tolhildana wan hinceta têkoşînê ye

Çarşem 10 Çile 2024 - 00:29

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Komîteya Dîplomasiyê ya KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, bi daxuyaniyekê bi bîr anî û wiha got:"Di salvegera 11'an a komkujiya Parîsê de yek ji kadroyên damezrîner ên partiya me fermandara me ya pêşeng hevrê Sara, şervanên tevgera ciwanan û jin a azad hevalên Rojbîn û Ronahî, di şexsê wan de jî şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di şexsê Sara de hîn bûn ku bibin ya xwe, têbikoşin û di dawiya her berxwedanê de bi ser bikevin. Têkoşîna me ya azadiya jinê û artêşbûna me ku bi Sarayan destpê kir, îro li hemû çeperên Kurdistanê bi berxwedana gerîlayên jin bi ser dikeve. Şopdarên Sara ku li zindana Amedê tif li rûyê zalim û faşîzmê kir, îro li her devera Kurdistanê mîna Sara bêtirs bi ser dijmin ve dimeşin. Bi taybetî li Bakur û Başûrê Kurdistanê kesayetiya jinê ya şerker, berxwedêr a li tunelên şer ku bi pêngavên şoreşgerî hate nîşandan, dewama karaktera Sarayan e. Lewma weke şervanên YJA Starê em baş zanin ku asta xwe ya heyî û destketiyên xwe deyndarê kê ne. Hêzên YJA Starê ku şopdarên Sarayan e, wê bi rengê Sara li jiyanê binihêrin, li dijî dagirkeran mîna Sara şer bikin, mîna Sara dijmin aciz bikin û hesab bipirsin. Di şexsê Sarayan de em ê şerê xwe yê azadiyê bi ser bixînin, hesab ji mejiyê serwer ê mêr bipirsin ku nikare xwe li hebûna jin a azad rabigire.

Jinên cîhanê têkoşîna xwe dibînin

YJA Starê da zanîn ku êdî jinên cîhanê jî têkoşîna Sakîne Cansiz weke têkoşîna xwe dibînin û wiha got:’’Têkoşîna jinê ku bi pêşengiya jinên Kurd daîmî bûye, îro di şexsê hevrê Sara de li cîhanê gerdûnî bûye. Mîna ku Rêber Apo jî dibêje, azadiya civakê bi azadiya jinê dibe ku ev yek di şexsê Sara de şênber bû. Têkoşîna jin a azad a ku li gel Sarayan destpê kir, bi pêşengiya fermandarên me yên pêşeng ên weke Leyla, Axîn, Hêjar, Ardem, Doga, Havîn, Jîndar û gelek fermandarên mê yên din xwe gihandiye asteke pir bilind. Sekna li hemberî her êrîşa dewleta Tirk a dagirker weke berxwedana Hevrê Sarayê, erka dîrokî ya hemû gerîlayên YJA Starê ye. Çimkî Sara tê wateya şer. Sara tê wateya êrîşa li ser dijmin, Sara tê wateya baweriyê. Em weke hêzên YJA Starê soz didin ku em ê di sala 2024'an de di serî de Sara, Rojbîn û Ronahî tola jinên weke Evîn, Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû jinên ku di têkoşîna jin a azad de şehîd bûne, bistînin. Em ê ala azadiyê ya ku me ji Sara, Rojbîn û Ronahiyan stendiye, bigihînin serketinê û hesabê van komkujiyên bi xwîn ji dewleta Tirk bipirsin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.