Mîna şaxeke komployê pêk hat
În 10 Çile 2025 - 03:25
- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 12'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî bi ser bixînin.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 12'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Fermandariyê di şexsê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got:"Di sala 2013’yan de li paytexta Fransayê Parîsê, bi destê MIT’a Tirk qetilkirina 3 jinên şoreşger mîna şaxeka ji komploya navnetewî hate pêkanîn. Dewleta Fransayê di nava van 12 salan de ji her aliyê ve bêdeng ma û hesaba vê qetlîamê nepirsî û hevkariya vê qetlîamê kiriye lu ev ji hêla gelan û jinên cîhanê ve eşkere ye. Lewma ev çavgirtin û hevkariya Fransayê rê li ber qetlîama duyemîn a Parîsê jî vekiriye. Dewleta Fransayê ji bo li beramberî dîrokê nekeve statûya tewanbaran, neçar e ku van qetlîaman ji her hêlê ve zelal bike û ji kiryaran hesap bipirse. Hedefgirtina her sê jinên leheng û şoreşger di navenda Parîsê de kiryarekî jixweber nîne û encama komployeke demdirêj e. Sakîne Cansiz (Sara) yek ji hevalên destpêkê ya Rêber Apo bû ku heta şehadeta xwe jî di her kêliya jiyana xwe de ji bo felsefeya Rêber Apo şer kir, tekoşînek encamgir meşand. Sara, her roja ku derbas bû ji hêla jinên cîhanê ve jî hat nasîn û weke pêşenga şoreşa jinê hat qebûlkirin.
Bi operasyonê hate deşîfrekirin
Di operasyona şoreşgerî ya 2018’an de bi navê Sakîne Cansiz de kujer û armanca komployê bi tomaran hat deşîfrekirin. Ev qetlîam wekî şaxeke komploya navnetewî bi destê MIT’a Tirk û hevkariya hêzên navnetewî hat pêkanîn. Bi komkujiya Parîsê re xwestin derbeyek mezin li Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinên Şoreşger bidin. Xwestin tecrîda li ser Rêber Apo zêde bikin û ji bo vê pêşengên tevgerê kirin hedef. Lê belê ev kiryara ku di 14’emîn salvegera komploya navnetewî de hatî pêkanîn jî negihîşt armanca xwe û vala hat derxistin. Sara, Ronahî û Rojbîn; wekî 3 jinên Kurd ên bi xebatên xwe yên şoreşgerî ji jinên cîhanê re pêşengî kirin û gihiştina wê ya serkeftinê mîsoger kirin.
Sakîne xulaseya şerê rûmetê ye
Têkoşîna jina Kurd a di nava tevgera Apoyî de bi tevlîbûna Sakîne Cansiz ango Sarayê ve gava xwe ya yekem avêt. Sakîne Cansiz ji qadroyên yekem ên Tevgera Azadiyê ye. Di gavên destpêkê de bû rêhevala Rêber Apo, yekem car wê bawerî bi ramana Apoyî anî û bi awayekî bêhesap xwe avêt agirên herî sotîner ên Şoreşê. Ew di nava gelek agiran re derbas bû û ji her tofanekê bi serbilindî derket. Ew di damezrandina PKK’ê de amade bû, ew di avakirina yekemîn partiya jinan YJWK’ê de hebû, ew di nava gavên destpêkê yên Artêşa Starê de bû. Wê di nava zilma Zindana Amedê ya ku ketî dîroka tarîtiyê de tifî rûçikê celladan kiribû. Jiyana Sakîne Cansizê xulaseya şerê rûmetê ye. Wê ji roja ewil ve rengê jinan tevlî tevgera Apoyî kir û ji bo lêhûrbûnên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinan de bû çavkaniya îlhamê.
Sekna Sara jîndar û domdar e
Li kêleka Heval Sara hedefkirina her du jinên leheng û şoreşger, nîşan dide ku pergala ku bi aqilê mêr dewletê dixebite li hember xeta jina azad bê tehemmûl e. Rêheval Ronahî û Rojbîn du jinên şoreşger bûn ku li xeta Sarayê xwe tevlî şoreşgeriyê kiribûn û heta şehadeta xwe jî li ser vê xetê meşiyan. Di 3’emîn salvegera komkujiya Parîsê de heman kujeran li Silopya Sêvê, Pakîze û Fatma qetil kirin. Ji ber ku sekna jinên azadîxwaz, serbixwe û jixwebawer derba herî mezin e ku li dilê faşîzmê dikeve. Dîsa ber bi salvegera 9’emîn a komkujiya Parîsê ve, destên komploger, bi qetilkirina Rêheval Evîn Goyî û 2 hevalên wê re xwestin careke din peyama ‘komplo hîn di dewrê de ye’ bidin. Lê em wekî Artêşa Star dubare dibêjin ku komplo bi ser neket û wê ti carî negihêje armanca xwe. Ne tenê li ser çiyayên Kurdistanê û di nav şervanên YJA-STAR’ê de, sekna Sarayê di tevahî jinên şerker, têkoşer, tevahî jinên Kurd, Erep û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de xwe zindî dike. Bi taybetî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji şehîdên 13 salan hetanî şehîdên dawî, di şexsê jinên wêrek; Cîhan Bîlgîn, Bêrîtan Şoreş, Ronahî Yekta, Jînda Botanan de sekna Sarayê jîndar û domdar e. Em wekî artêşa Star hemû dilsoziya xwe ji xeta jina têkoşer Sarayê re diyar dikin ku heta serkeftinê wê ji pergala qirker tolhilanîn berdewam bike û têkoşîna azadiya jinan dê bigihîje serkeftinê."
BEHDÎNAN